Balafirên şer Qendîl bombebaran kir

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Qendîlê barandine û ragihand, tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Balafirên şer Qendîl bombebaran kir
9 ÇILE, 2019   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 8'ê Çileyê derdorê saet 14:30 û 15:30'î balafirên artêşa Tirk bombe li qada Dola Bedrana ya herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.

HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmanê ti zerar negihaştiye hêzên wan.