Herêman radestî El-Nusrayê dikin

Çalakiyên kontrolkirina herêmên komên çeteyan ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve ya girêdayî Tirkiyê, veguheriye çalakiyên radestkirina herêman. Ev yek bi rêya civînên ku çeteyên Cebhet El-Nusra li Sehil El-Xab bi komên çeteyan re çêdike, pêk tê.

Herêman radestî El-Nusrayê dikin
9 ÇILE, 2019   11:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji gelek çavkaniyên pêbawer ragihand ku çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ku di lîsteya terorê de ne, li herêmên Cebil Şehşibo û Sehil El-Xab civînan bi komên çeteyan re çêdikin ku herêman radestî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bikin.

Her wiha hin agahî ji Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê re hatin ku çeteyên Ehrar El-Şam li Sehil El-Xab îtifaq bi çeteyên Tehrîr El-Şam re kirine ku Ehrar El-Şam ji herêma El-Xab û çiyayê Şehşibo derkeve û çekên giran radestî Heyet Tehrîr El-Şam bike û yên sivik jî di destê Ehrar El-Şam de bihêlin.

Navendê diyar kir ku bêdengiya li aliyê başûrê gundên Idlibê û bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê, dewam dike.

Her wiha navendê destnîşan kir ku hêzên rêjîmê rojên sêşem û çarşemê di saetên êvarê de herêmên gundê El-Hemewî ku li gorî hevpeymana Rûsya-Tirkiyê di “herêma bêçek” de ye, bombebaran kirin. Di heman demê de rejîmê derdora Elatmanê, Sexir, Cîsat û herêmên din li gundên bakurê Hemayê, Mesedê, Til Kelpê, El-Zerzor û Xiwîn gundê rojhilat û başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Çavdêran diyar kir ku şerê di navbera çeteyên li Bakurê Sûriyê de rû dide, bi fermana Tirkiyê û perspektîfên Rûsyayê ku dixwaze çete bê hêz bibin û El-Nusra herêmên derveyî kontrola rêjîmê kontrol bike, êdî rastî tê dîtin ku ev şer tenê çalakiyên radestkirina herêman in.

(jo)