Leyla Guven, ev hefteyeke nikare derkeve hevdîtinê

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ev 63 roj in di greva birçîbûnê de ye, hefteyeke nikare derbikeve hevdîtina bi parêzan re.

Leyla Guven, ev hefteyeke nikare derkeve hevdîtinê
9 ÇILE, 2019   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leya Guven ev 63’ê roje di greva birçîbûnê de ye. Leyla ji 8'ê Mijdarê ve li Girtigeha Tîpa E ya Amedê  dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Her ku diçe rewşa  Leyla giran dibe. Hate gotin ji ber sedema tenduristiyê, ev 6 roj in Leyal nikare parêzerên xwe bibîne.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, herî dawî Leyla 4'ê Çileyê bi alîkariya hevalên xwe yên koxuşê hate odeya hevdîtinê, ev 6 roj in nikare hevdîtinê bike.

Parêzer her roj diçine Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê û dixwazin ku Leyla bibînin lê ji ber bêhêzbûnê nikare derkeve hevdîtinê. Leyla ku tansiyona wê  kêm û zêde dibe, dilê wê dixele, sergêjî lê peyda bûye û ji deng û ronahiyê aciz dibe. Herî dawî 7'ê Çileyê piştî saetekê bi keça xwe Sabîha Temîzkan û kurê xwe re axiviye.

Hatibû gotin, Leyla bi alîkariya hevalên xwe yên koxuşê hatiye odeya hevdîtinê.

Sabîha gotibû li gorî hevdîtina berê rewşa dayîka wê niha xirabtir bûye. gorî hevdîtina beriya niha diya wê li xwe şiqandiye, bêhal bûye û dengê wê kêm bûye.