Siko: Erdogan ne tenê Kurdan, hemû gelan dike hedef

Abdulkerîm Siko têkildarî daxuyaniya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 7 sal e projeya neteweya demokratîk tê meşandin. Erdogan ne tenê Kurdan dike hedef, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.”

Siko: Erdogan ne tenê Kurdan, hemû gelan dike hedef
9 ÇILE, 2019   08:57

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 13‘ê Kanûna 2018‘an li dijî herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin. Piştî demekê Erdogan gefên xwe dîsa dubarê kirin û got ew Kurdan hedef nagire.

Têkildarî mijarê serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) Dr. Abdulkerîm Siko ji ajansa me re axivî û wiha got: “Bi êrîşkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin di hilbijartinan de bi serkeftî derkevin."

‘Tirkiye dijminatiya gelan, bi taybet a gelê Kurd dike’

Siko di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû deskeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtine û wiha axivî: “7 sal e dewleta Tirk a dagirker gefên êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Xwesteka wan a vegerandina dewleta Osmanî ya nû û sînorên Mîsakî Mîllî ye. Serkeftinên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hesabên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan in. Gelê herêmê bi ked û xwînê ev serkeftin bi dest xistin. Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha dijminatiya gelan û bi taybet dijminatiya gelê Kurd dike.”

‘Bi êrîşan dixwazin di hilbijartinan de bi serkeftî derkevin’

Siko armanca gefên Erdogan di çarçoveya hilbijartinên Tirkiyê de yên ji 31‘ê Adarê ve jî girê da û wiha dom da axaftina xwe: “Bi êrîşkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin di hilbijartinan de serkeftî derkevin. Erdogan her tim beriya hilbijartinan gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Armanca wan bi ser nakeve. Ji ber ku li Bakur û Rojhiatê Sûriyê projeya neteweya demokratîk roj bi roj bi ser dikeve.”

Siko di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê li dijî DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve diçê û wiha got: “Êdî wê qonaxa çareseriya krîza siyasî ya Sûriyê dest pê bike. Erdogan jî vê qonaxê xeternak dibîne û nahêle pirsgirêkên Sûriyê ber bi çareseriyê ve herin. Li dijî çareseriya krîza Sûriyê dixwaze alozî xurttir bibe û temenê DAIŞ‘ê dirêj bike.”

Siko destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû pêkhate di nav pergala neteweya demokratîk de dijîn û gef li ser hemû gelê herêmê hene û ev tişt got: “Pekhatêyên Suryan, Ermen, Êzidî yên ku ji komkijiya dewleta Osmanî filîtîn bi hejmareke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Dewleta Osmanî û niha jî dewleta Tirkiyê dijminên gelan in. Erdogan rast dibejê; gefên wî ne li ser Kurdan in, li ser hemû pêkhateyan û neteweya demokratîk in. Mînaka we jî Efrîn e. Di Efrînê de ne tenê Kurd hebûn hemû pêkhate lê dijîn. Di rojekê de 72 balafirên şer li ser gelên herêmê rakirin. Li ser gelan di Efrînê de qetlîamên mezin kirin, niha jî eşkere dibejê ez gelê Kurd hedef nagirim. Ev peyama wî jî tê wateya ku hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.”

Di dawiya axaftina xwe de serokê PDK-S Abdulkerîm Siko diyar kir ku li dijî hemû êrîşên heyî yekitiya gelê Kurd bersiveke xurt wê bide dagirkeran û wiha bi dawî kir: “Pêkhatêyên herêmê jî tu carî destûr nadin dagirkeran. Vîna gelê herêmê siyaseta Tirkiyê dê pûç bike.”

ANHA