Penaber… kaxezên qezenckirina berjewendiyan

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku ev 7 sal e dewam dike, mijara penaberên Sûriyê wek kaxezeke ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî û aborî li gel hin hêzên navdewletî û herêmî tê bikaranîn. Penaber amûra bazirganiyê ya herî bihêz in ji bo hin dewletên ku dixwazin qezencên aborî, siyasî û ewlehî an jî siyasetên hundirîn li herêmê pêk bînin. Ji bo vê mijarê dewleta Tirk mînakeke baş e.

Penaber… kaxezên qezenckirina berjewendiyan
9 ÇILE, 2019   08:44

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser kaxeza herî xeternak der heqê mirovahiyê de bi giştî û gelê Sûriyê bi taybet de. Dewleta Tirk mijara penaberên Sûriyê yên kişandine gel xwe, wek leşker ji bo parastinê yan jî fedayetiyê bi kar tîne da ku projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Penaberên Sûriyê yên li gel Tirkiyê êdî bûne mîna leşker an jî koleyên Erdogan ku wan ber bi herêmên ku dixwaze dagir bike ve dibe, li vir Idlib û Efrîn mînakên herî berbiçav ên vî sûcî ne.

Polîtîkayên ku ragihandina ser bi dewleta Tirk ve dide meşandin, ji her kesî re eşkere bûne. Tirkiyê misilmanên dewletên xizan û neteweyên ku bi tirkî diaxivîn, mîna beşên lewaz li welatên wekî Rûsya û Çînê ji bo bikişîne bi aliyê xwe de, ew bi Tirkiyê ango "Welatê bihuştê" teşwîq dikirin û di ragihandinê de xwe wek xîlafeta îslamî ku destekê dide misilmanên nû, nîşan dida.

Li ser vê yekê hin komên ji gelên Tirkmen, Ozbek û Tacik, Arnavût, û Afrîkayiyên penaber bûne, niha li Tirkiyê têne dîtin û li taxên xizan ên Stenbolê û derdora wê dimînin. Ew kes bi taybet xwendekar in û derfetên bicihbûnê, kar û xwendina di zanîngehên îslamî de ji wan re ji hêla hikûmetê ve tên peydakirin. Hikûmet bi mebesta ku wan bike xwedî fikr û baweriya ola îslama siyasî ku lêvegerîna wê Tirkiye ye, van derfetan peyda dike.

Ûygûr ji pişaftina olî, li Sûriyê ber bi koletî û kirêkirina neteweyî li Tirkiyê

Penaberên Ûygûr ku hejmara wan zêdetirî 300 hezar e û yên ji Çînê derketine Tirkiyê, ji beriya du sed salan ve li gel Tirkiyê xwedî cihekî taybet in. Nemaze di mijarên niştecihbûnê, nasname, paseport û xwendinê de, her wiha xebitandina di warê îslamiyeta siyasî, neteweya Tirk, heta bûne amûreke bihêz di dewleta Tirkiyê de. Tirkiye wan wek kaxezeke siyasî an jî wek leşker di şerê xwe yê dagirkirina derdorê de li hember Kurdan bi kar tîne.

Bi pêvajoya bihara gelan re li welatên Ereban hebûna Partiya Îslamî ya Tirkistanî li Tirkiyê heya astekê bi pêş ket û li herêmê bû hêzek, piştî ku hebûna wê li Çînê wek opozîsyona îslamî û li herêma Tirkistanê wek cudakerek li dijî hikumetê sînordar mabû. Ev partî wek rêxistineke terorîst tê hesibandin, ketiye lîsteya terorê ya cîhanî û Tirkiye desteka wê li Çînê û herêmê dike.

Bi destpêka ragihandina DAIŞ'ê xîlafeta xwe di dawiya sala 2013'an de û destpêka 2014'an Ûygûr û Partiya Îslamî "terorîst" li Sûriyê derketin. Bi taybet li herêmên li ser sînor di navbera Idlib û bajarê Hatayê yê Tirkiyê de. Çeteyên Tirkiyê yên girêdayî vê partiyê û rêxistina Cebhet El-Nusra yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, dest bi kuştin, qewitandin û koçberkirina durzî û xiristiyanan ji 15 gundên durzî û xiristiyanan li Çiyayê Simqa kirin. Li şûna wan Ûygûr, Ozbek, Tacik û hin penaberên Ereb ên li Tirkiyê bi cih kirin.

Beriya niha me dosyayeke berfireh li ser Ûygûran li Idlibê weşandibû. Tê de rola Tirkiyê di guhertina demografyaya herêmê de da ku zemîna dagirkirinê deyne, diyar kiribû.

Tirkmen, erebên Iraq û Sûriyê ji penaberên Tirkiyê bûne niştecihên Efrîn û Cerablusê

Siyasetên AKP'ê tenê di çarçoveya avakirina Osmaniya nû de sînordar nema, lê belê penaberên ji Asyaya Navîn wek amûra planên dagirkeriyê bi kar dianîn, peymana herî mezin ku li hember gelê Sûriyê hate bikaranîn ku ew penaberî Tirkiyê kirin mîna "Koleyên Romaya Kevn" li gel Tirkiyê hesibandin û wan penaberan ji bo tevgerên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî bi kar tînin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û hikumeta wî doza penaberan bi awayekî mezin û li ser astên cuda bi kar anî. Erdogan ji bo ku xuyenga Enqereyê ji derve re xweşik bike, kaxeza penaberan di hilbijartinan de bi kar anî. Di wê demê de Erdogan behsa dayîna nasnameya Tirkî ji penaberên Sûriyê re, tevlêkirina wan di civaka Tirkiyê de û rola wan di geşepêdana aboriya Tirkiyê de kir. Herî dawî Tirkiyê kaxeza penaberan ji bo rewakirina êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî Efrînê bi kar anî. Erdogan dibêje yek ji armancên sereke yên dagirkirina Efrînê ew e ku penaberên Sûriyê vegerin warên xwe. Ruxmî ku piraniya penaberan li Tirkiyê ji herêmên Sûriyê yên cuda ne!

Di pêngavên QSD'ê de ji bo rizgarkirina Minbicê di havîna 2016'an de û pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, bi dehan malbatên Tirkmen, Erebên Iraqê û Asyayiyan xwe radestî QSD'ê kir. Ev malbat berê li Tirkiyê penaber bûn, bi rêya sînorên Tirkiyê ji nû ve vegerîn û li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bi cih bûn.

Ev taybetmendiya biyanî li bajarên mîna Cerablus, El-Raî û Ezazê heye û bi awayekî mezin zêde dibe. Tirkiyê bi vê yekê armanc dike ku bermayên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra bi hêz bi rêya zewicandina penaberên biyanî bi jinên Sûrî re û bicihkirina wan li şûna pêkhateyên herêmê yên resen wek Kurd, Çerkez û Ereb ên ku bi darê zorê hatin koçberkirin, tev li civaka Sûriyê bike. Ne tenê wisa lê belê Tirkiye ji aliyê aborî ve desteka wan dike û zeviyên çandiniyê didan wan, li rex ku di kampên leşkerî de wan biçek dike.

Kampên ku desteka navdewletî werdigirin, di şerên wan ên li dijî Bakurê Sûriyê de jêdera lojistîka çeteyan e

Li ber çav û guhên hemûyan taburên penaberên Sûriyê bi mêr û zarokan ve navên xwe li 10 noqteyên leşkerî yên Tirkiyê qeyd kirin, da ku çek wergirin û tev li êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê bibin. Bajarê Efrînê beriya êrîşên Tirkiyê bajarê herî ewle li tevahiya Sûriyê dihat hesibandin tevî ku bi hezaran koçber ji herêmên Sûriyê hembêz kiribûn. Çapemeniya Tirk bi şanazî wan dîmenên ku wek sûc û binpêkirinek ji qanûnên navdewletî re tê hesibandin, belav kirin.

Bikaranîna Tirkiyê ji penaberan re di çêkirin û bicihkirina wan di wargehên li bakur û rojavayê Sûriyê de sînodar neman lê belê pereyên ku ji wan penaberan re ji hêla NY'yê ve tên şandin, didize.

Dîwana Reqabetê ya Ewropayê bi rapora xwe ya dawîn di sala 2018'an de gumanên xwe girêdayî çawaniya rêvebirina pereyên û alîkariyên ku ji bo penaberan re ji Tirkiyê re tên pêşkêşkirin, anîbû ziman. Dîwanê diyar kiribû ku wan 1,1 milyar euro ji bo 4 milyon penaberên Sûrî ku li Tirkiyê ne, diyar kiribûn. Lê ew nikarin bi temamî piştrast bikin ku alîkarî gihaştiya penaberan an na, li gel ku hikumeta Tirkiyê eşkerekirina navên kesên ku sûd ji alîkariyan girtine yan jî cureya alîkariyê, red dike.

Tirkiyê di asîmîlekirina penaberên Sûriyê de berdewam e

Bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê yên ku gihaştin asta sûcên şer û qirkirinê, bû sedema ku Erdogan bixwaze tecrubeya Efrînê li herêmên din yên Sûriyê dubare bike. Erdogan bi rêya asîmlekirina penaberên Sûriyê û penaberên Asyayî yên misilman di şerên xwe de li dijî herêmê carekê bi navê şerê li dijî kafiran û carek din bi navê parastina ewlehiya xwe, bi kar bîne.

Bi vê yekê Tirkiyê dixwaze wan penaberan tevî çeteyên Cebhet El-Nusra û komên din ên redîkal bixe pêşiya şerê xwe li dijî herêmê. Da ku wan piştî dagirkirina herêmê û derxistina şêniyên wê yên resen bi kar bîne û herêmê bixe bin serweriya xwe. Her wiha dixwaze çalekî mezin di civaka Sûriyê de bi rêya belavkirina fîtneyan di navbera nîjad û baweriyan de ava bike û wan dehfî kuştinê û talankirinê bike.

Di dawiyê de mirov dikare vê pirsê bike; ji bo pêşî li Tirkiyê were girtin, gelo dewlet û rêxistin nikarin qanûnên navdewletî yên têkildarî penaberan, parastina wan vekin û rê li ber bikaranîna wan di siyaset, aborî, bazirganî û gefan de bigirin û nebin komira şeran?