El-Qeftan: Sivîlên Idlibê bûn qurbaniyên lihevkirinên dewletên herêmê

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku dewletên mîsogerkar ên xeta Astana û peymana Soçiyê, li hev kirine ku herêma Idlibê bikeve bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) da ku bi hinceta wê komên din tune bibin û bajar vegerînin bin serweriya rêjîma Sûriyê.  

El-Qeftan: Sivîlên Idlibê bûn qurbaniyên lihevkirinên dewletên herêmê
9 ÇILE, 2019   07:53

SEYDO ÎBO - TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Di hevpeyvîneke taybet li gel ajansa me Hawarê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan girêdayî şerên di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên El-Cebhe El-Wetaniye ya Rizgarkirinê de li gundewarên Idlib û Helebê axivî.

El-Qeftan di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike careke din tevliheviyê bi rêya komên radîkal vegerîne herêmê, ew komên ku dixwazin tev li oparasyona li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

El-Qeftan got wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perspektîfên wan hene. El-Qeftan tekez kir ku bi rêya avakirina hevalbendiyên navdewletî yan jî herêmî yên cîran an jî bi hikumeta Sûriyê re hewl didin ewlehiya herêmê mîsoger bikin.

Di dirêjahiya gotinên xwe de El-Qeftan destnîşan kir ku li gorî llihevkirina Soçiyê di navbera dewletên mîsogerkarên (garantor) xeta Astanay; Rûsya, Tirkiyê û Îranê de hat plankirin ku Heyet Tehrîr El-Şam herêma Idlibê bixe bin serweriya xwe da ku komên din ên çeteyan tesfiye bike û bajarê Idlibê vegerînin bin serweriya rêjîma Sûriyê.

El-Qeftan bal kişand ku windahyên herî mezin ji vê tevliheviyê sivîlên parêzgeha Idlibê ne. Di encama komployên li dijî wan de dê berdêlên wan nakokiyan bidin û dê ji kuştin û koçberkirinê, êş û azarê bikişînin.

Her wiha El-Qeftan tekez kir ku dewletên mîsogerkar ên lihevkirina Soçiyê (Tirkiyê, Îran û Rûsya) aramiya Sûriyê naxwazin, bi taybet dewleta Tirk ku her tim hewl dide tevliheviyê li herêmên ewle belav bike.

Di nav gotinên xwe de El-Qeftan ji şêniyên parêzgeha Idlibê hêvî kir ku tecrubeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wê ya xweser nas bikin, bi herêmê re têkiliyan ava bikin û projeya neteweya demokratîk bipejirînin, ji ber ku ew ji bo çareseriya aloziya Sûriyê rêya herî guncaw e.

Beriya ku El-Qeftan axaftina xwe bi dawî bike, bal kişand ser ku danûstandinên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina her dozekê dûrî şerkirinê rêya herî serkeftî ye.

Di dawiyê de El-Qeftan bang li şêniyên herêma Idlibê kir ku li hember berfirehbûna Cebhet El-Nusra helwest nîşan bidin, ji ber ku ew ê azarên şer û tevliheviyê ji wan re bînin.

(şx)

ANHA