ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2019
9 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo serdana malbata şehîd Mazin Hisên ê li gundê Sibîhiyê dikin û sersaxî ji malbata wî re dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Hesekê derbarê gefên dewleta Tirk Ii ser herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mitingekê lidar dixin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di çarçoveya çalakiyên redkirina gefên Tirkiyê li ser herêmê, vê carê şêniyên xeta El-Serab a Minbicê kon vedidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Hesekê gotin:”Ger  em nebin yek, em nikarin mafê xwe bi dest bixînin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx êla El-Hinadê ya Ereb, Ibrahîm El-Îsa got êlên herêmê destwerdanên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Her wiha tekez kir ku ew qebûl nakin ku sînaryoya Cerablus, Ezaz û Efrîn li herêmên wan dubare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêxa Êla El-Fadil, got QSD`ê hêza wan e, ji ber ku ew rizgar kirin û niha wan diparêzin. Şêx da zanîn ku şêxên êlên Şedadî û Dêrazorê di şerê li dijî DAIŞ`ê de piştgiriya QSD`ê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Bajarên pîroz ên misilmanan ji destê zilm û zor û binpêkirinên Osmaniyan xilas nebûn. Niştecihên bajarê Medîneya pîroz li ser destê Osmaniyan ber bi Şam, Tirkiye û Belqanê ve hatin koçberkirin. Di dema seferberiyê de jî Osmaniyan demografyaya Medîneyê guherand, tiştên di koçka pêxemberiyê de, Cewhera Elkewkeb Eldurî, sermilka pêxember û Qurana Osman Bîn Efan dizîn.(BI WÊNE)

- Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku ev 7 sal in dewam dike mijara penaberên Sûriyê wekî kaxezeke ji bo pêkanîn berjewendiyên siyasî û aborî li gel hin hêzên navdewletî û herêmî tê bi karanîn. Penaber amûra bazirganiyê ya herî bi hêz e ji bo hin dewetên ku dixwazin qezenceyên aborî, siyasî û ewlehî anî jî siyasetên hundirîn li herêmê pêk bînin. Mînaka vê yekê jî dewleta Tirk e.

 POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku dewletên misogerkerên xeta Astana û peymana Soçiyê, lihev kirine ku herêma Idlibê bikeve bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra berê), da ku bi hinceta wê komên din tune bibin û bajarê vegerînin bin serweriya rêjîma Sûriyê.  (BI WÊN Û DÎMEN)

- Abdulkerîm Siko têkildarî daxwuyaniya Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîîp Erdogan got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 7 sal in projeya netewa demokratîk tê meşandin. Erdogan ne tenê Kurdan dike hedef, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre.”

JIN

-Li herêmên Rojavayê Kurdistanê û taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bi boneya salvgera komkujiya Parîsê ya ku têde Sakîne Cansiz û hevreyên wê hatin qetilkirin  û redkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meş têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê bi armanca vejînkirin û geşkirina hunera xêza Erebî dewreyên perwerdeyê di vî warê de bi rêxistin kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Piraniya çandiniya kantona Hesekê ji ber barana zêde û şiletî, bû sedema belavbûna gormê El-Zayros. Cotkaran xwestin ku semad li ser wan were belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li bajarê Reqayê tevgera avakirina pir zêde bûye, heta niha 600 ruxsetên avakirinê bê pere ji xwediyên malên ku hatin wêrankirin û kesên ku nû malên xwe çêkirin, hate dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA