Meclîsa Leşkerî ya Suryanî soza berdewamkirina têkoşînê da

Di salvegera damezrandina şeşemîn  a Meclîsa Leşkerî ya Suryanî  de, meclîsê soza berdewamkirina têkoşînê da heya pêkanîna ewlehî û aştiya li Sûriyê.

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî soza berdewamkirina têkoşînê da
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî soza berdewamkirina têkoşînê da
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî soza berdewamkirina têkoşînê da
8 ÇILE, 2019   19:50

QAMIŞLO

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bi boneya salvegera şeşemîn a meclîsê  şehiyek di Dêra El-Seyde Meryem El-Ezra ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dar xist.

Bi dehan ji şêniyên pêkhateya herêmê, partiyên siyasî û endamên meclîsa leşkerî di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre, bi navê Meclîsa Leşkerî Fermandar Horo Hanî, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Yûnis, bi navê Partiya Yekitiya Suryanan Ebdillehed Gewriyê û bi navê Meclîsa Leşkerî ya jin a Suryanî Horo Semîr axivîn.

Axaftvanan soza şopandina  xeta şehîdan heya pêkanîna serkeftinê û misogerkirina jiyana hevbeş a tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan. Her wiha destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku  Tirkiye piştgiriya wan dike, dema êrîş gund û bajrên wan kirin,  hewl dan  gelên herêmê yên resen di nav de Suryanan  tune bikin û projeya Osmaniyan jinûve vejîn bikin.

Her wiha gelek nameyên pîrozbûnê yên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  hatin xwendin. Di nameyan de têkoşîna Meclîsa Leşkerî ya Suryanî di nav QSD`ê de li dijî DAIŞ`ê hat silavkirin.

Di dawiyê de şahî dîlanên filokorî ya Suryaniyan hatin gerandin û sînevizyonek derbarê têkoşîna Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan hate pêşandan.

(dh)

ANHA