Li Çînê êrîş, 20 zarok birîndar bûn

Li paytexeta  Çînê li dibistana seretayî êrîşek pêk hat. Di encamê de 20 zarok birîndar bûn, jê 3 zarok rewşên wan giran in.

Li Çînê êrîş, 20 zarok birîndar bûn
8 ÇILE, 2019   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya herêma Xicheng a Pikîn diyar kir ku, welatiyekî Çînî êrîşî dibistana seretayî Pikînê kir û di encamê de 20 zarok birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê 3 zarok rewşên wan giran in.

Li cihê êrîşa ku hatiye kirin, polîsan sûcdar girtin. Heta niha tu agahî li ser pêkanîna sedema êrîşê û bikaranîna wan çekan bi dest neketin.

(ekîb)