Sofî: Tirkiye, ji bo çavbirçîbûna xwe Islamê  bi kar tîne

Endamê Komîteya Kar û Barên Olî Ezdîn Sofî got Tirkiyê ola Islamê ji bo pêkanîna planên xwe wek çek bi kar tîne. Her wiha destnîşan kir ku kiriyarên Tirkiyê ji rêgezên ola Islamê dûr e.

Sofî: Tirkiye, ji bo çavbirçîbûna xwe Islamê  bi kar tîne
8 ÇILE, 2019   09:38

KOBANÊ

Tirkiyê ji destpêkê heya niha ola Islamê  ji bo çavbirçîbûna xwe bi kar tîne û di bin navê Islamê  de gelek komkujî bi serê Ermen, Suryan û Kurd pêk aniye. Tirkiyê ji bo pêk anîna armancên xwe rêbazên hovane û nemirovane bi destê komên Islamî yên radikal bi kar anî. Bûyerên ku niha li Rojhilata Navîn pêk tên ispata vê yekê ne.

Girêdayî mijarê Endamê Komîteya Kar û Barên Olî yê Kobanê Ezdîn Sofî got: "Di pîvana ola Islamê  de, rêjîma Tirkiyê pergalek zalim û terorîst e. Di ola Islamê  de mafên cîran hene, lê tişta ku Tirkiye ser Efrîn û herêmên din dike berovajiyê nirxên ola Islamê  ne.”

Sofî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû ayetên Quran a pîroz banga merhemetê dikin û wiha dewam kir:“Komkujiyên Tirkiyê yên ser gelê Kurd û Ermen, ispat dike ku dewleta Tirk ji bo çavbirçîbûn û armancên xwe bi li dijî banga Quranê kar dike.”

Sofî, piştgiriya Tirkiyê ya ji bo komên çeteyên weke DAIŞ’ê nirxand û gotinên xwe wiha berdewam kir: “DAIŞ’ê dema ku şêniyên Kobanê di xew de bûn serjêkirin. Ew di deriyê Tirkiyê re hatin.”

Her wiha Sofî piştgirya nerazîbûnên li dijî kiryarên Tirkiyê kir û wiha pê de çû: “Sultanên Tirk ji bo avakirina serfiraziya xwe kuştin, wêran kirin pêk tînin û berhemên herêmê talan kirinê. Ataturk jî ser şopa kal û bavên xwe meşiya û gelê Ermen bi hinceta ku “kafir” in qir kir. Niha jî Erdogan vê siyaseta qirêj li ser gelên herêmê berdewam dike."

Sofî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Ji erka me ye ku em van rastiyan ji şêniyan re şîrove bikin. Derewkariya Tirkiyê di danûstandina wê de bi aloziya Sûriyê re bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em destnîşan bikin. Tirkiye ewlehî û aramiya herêmê ku Rêveberiya Xweser avakiriye dike hedef."

(şx)

ANHA