'Vîna Leyla Guven siyaseta Tirkiyê pûç kir'

Jinên kantona Efrînê ku li Şehbayê dimînin, berxwedana Leyla Guven a di girtîgeha dewleta Tirk a faşîst de silav kirin. Her wiha diyar kirin ku daxwaza Leyla, daxwaza hemû Kurdan e.

'Vîna Leyla Guven siyaseta Tirkiyê pûç kir'
8 ÇILE, 2019   08:57

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colmergê Leyla Guven, ev 62 roje di greva birçîbûnê de ye. Leyla bi armanca rakirina tecrîdê ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, dest bi grevê kiribû. Her wiha di hefteya borî de ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve çûye, nikarî tevlî şîna dayîka xwe bibe û derkeve hevdîtinê.

‘Leyla Guven mînaka jina azad e û daxwazên wê daxwazên me ne’

Girêdayî mijarê jinên kantona Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne ji ajansa me re axivîn. Hevseroka Desteya Aborî Muşîre Mele Reşîd destnîşan kir ku dîroka Kurd bi serkeftinên li dijî pergalên zordestiyê têr û tijî ye.

Muşîre wiha got: "Gelê Kurd bi gelek şoreşan bersiv daye êrîşên ku tunebûna Kurdan kirine armanca xwe. Li her çar parçeyên jinan di tekoşîna şikandina dagirkeriyê de rol lîstine. Di kesayeta Leyla Guven û çalakbûna wê ya bêhempa de, li girtîgehên Tirkiyê têkoşîn û berxwedana jin vejîn dibe."

Muşîre di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser vîna Leyla Guven û wiha axivî: “Ev 62 roje Leyla li hember hemû şer û mercên zehmet ên jiyanê li ber xwe dide. Ev jî hêrsa dewleta Tirk zêde dike û girêdana gel a bi fikir û felsefaya Abdullah Ocalan re dewlet matmayî hêla ye.”

‘Vîna Leyla Guven siyaseta Tirkiyê pûç kir’

Cîgira seroka Desteya Jin Saliha Mihemed jî destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a demokratîk, tevahiya jinên Cîhanê bi taybet jî jinên Kurd di nava jiyanê de cih girtin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Leyla Guven jî li ser heman fikra demokratîk dimeşe. Wefata dayîka Leyla Guven û nekarîbûna wê ya beşdabûna mersîma oxirkirinê, her çendî bi êş e jî, lê ew bi serfirazî berxwedana xwe berdewam dike. Leyla Guven cesareta xwe ya li dijî dewleta Tirk isbat kir.”

Saliha got, dewleta Tirk hizirî ku eger ew tevlîbûna merasima dayîka Leyla Guven qebûl bikin, dê vîna Leyla bişkê û dest ji daxwazên xwe berde û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Lê Leyla li berxwe da û bi vîna xwe ya bi hêz siyaseta Tirkiyê pûç kir. Ji ber wê jî divê aliyên têkildar daxwazên Leylayê pêk bînin ji ber ku tenduristiya wê roj bi roj nebaş dibe.”

 (şx)

ANHA