Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 2 şehîdan li goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê Seydo û Fehed bi merasîmekê hatin veşartin
6 ÇILE, 2019   14:42

HESEKÊ

Şêniyan cenazyê şervanê YPG‘ê Casim Şihab (Seydo Hesekê)  û şervanê QSD‘ê Mihemed Xelef (Fehed) ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Bi gihandina goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest pêkir.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ibrahîm Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Fermandarê YPG`ê Şiyar Delîl axivî û diyar kir ku tu hêz nikarin destkeftiyan talan bike, divê her bizane ku kes nikare îradeya gelan bişkîne.

Bi navê akademiyên leşkerî ya QSD`ê Şêrwan Çaçan jî axivî û anî ziman ku hemû destkeftî bi saya şehîdan hate standin û ew ê tevî her tiştî bi ser bikevin.

Paşê nasnameya herdu şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan jî ji aliyê xwe de diyar kirin ku ew bi şehadeta zarên xwe serbilind din û şehadeta wan dê bibe çîrokeke li ser her zimanekê were qalkirin.

 Şêniyan cenazeyê herdu şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

(jo)

ANHA