Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin

Çalakiyên şêniyên Minbicê ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 4'emîn de bi tevlêbûna bi sedan şêniyan didomin.

Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin
Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin
Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin
Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin
Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin
Di bin konê çalakiyê de: Em ê xaka xwe ji  êrîşan biparêzin
6 ÇILE, 2019   15:02

MINBIC

Konê çalakiyê li stada Beledî ya navenda bajêr hatiye  vedan. Di roja 4‘emîn a çalakiyê de bi dehan nûnerên saziyên leşkerî û sivîl tevî hevserokatiya Meclisa Zagonsaz û Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.  

Di bin konê çalakiyê de alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Yekîtiya Jina Ciwan û sloganên slavkirina berxwedanê û redkirina dagirkeriyê hatin daliqandin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevseroka Meclisa Rêveber a rêveberiyê Nezîfa Xelo axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê bi armanca vegerandina dîroka Osmaniyan ne ku mîna îdia dike bi armanca parstina ewlehiya xwe ye gefa êrîşan li herêmê dixwe.

Nezîfa diyar kir ku bi berxwedan û vîna gelên herêmê û meclisên leşkerî dê ewlehî û aramiya bajarê xwe li hember her êrîşekê ku yekîtî û hevgirtina wan dike hedef, biparêzin.

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê berdevkê meclisê Şervan Derwîş axivî û anî ziman ku bi saya fedekariya şehîdan bajarê Minbicê ji terorê rizgar bû.

Şervan destnîşan kir ku ew wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê dê bi hevgirtina gelên herêmê li hember dagirkeriya Tirk a ku ewlehî û aramiya bajêr dike armanc bisekinin û xaka xwe biparêzin.

Di dawiya axaftina xwe de Şervan soza şopandina rêya şehîdan da bicihanîna armancên wan, da.

Her wiha bi navê Meclisa Jin endama meclisê Rîm Derwîş axivî û destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ewlehî û aramî li bajêr ji du salan ve serwer e. Rîm teqez kir ku dewleta Tirk bi armanca parastina terora ku hindek maye bi dawî bibe, gefa êrîşan li herêmê bi taybet li bajarê Minbicê dixwe.

Ji aliyê xwe ve bi navê Jina Ciwan Nesrîn Berkel axivî û teqez kir ku ew wek jinên ciwan tev li çalakiyê bûne da ku peyamekê ji dagirkeriya Tirk re bişînin ku ew bi hemû derfet û keda xwe dê bi yekrêzî li hember dagirkeriyê bisekinin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û teqez kir ku ew ê li hember gefên Tirkiyê ku ewlehî û aramiya bajêr dikin hedef bisekinin.

Di berdewama axaftina xwe de Farûq diyar kir ku ew ê bi zend û berxwedana lehengên Meclisa Leşkerî ya Minbicê xaka xwe biparêzin û biserkevin.

Çalakiyên konvedanê li bajêr berdewam in.

(şx)

ANHA