Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin

Şêniyên gund û bajarokên girêdayî navçeya Eyn Îsa teqez kir ku dewleta Tirk şerê taybet pêk tîne da ku ewlehî û îstiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike.

Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên El-Elî Baciliyê gefên Tirkiyê şermezar kirin
6 ÇILE, 2019   13:56

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsa çalakiyek li bajarokê El-Elî Bacilî ya navçeya Eyn Îsa li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan şêniyên bajarok û gundên wê, endamên komîteyan û rêveberiyên bajarokên El-Hîşê û Ebo Xerzê û navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî beşdar bûn.

Di çalakiyê de cîgirê hevserokê kantona Girê Spî Sebrî Nebo, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsa Reşa Selamê, bi navê bajarokê El-Elî Baciliyê cîgirê hevserokê meclisa bajarok Elî Şêx, bi navê ciwanên Elî Baciliyê Xelîl Hîlal, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarok Necah Dîb û bi navê Mala Jinan Yesmîn Hemadê axivîn.

Axaftvanan gefên Tirkiyê şermezar kirin û teqez kir ku divê her kes li pêşiya dijminatiya dagirkeran bisekine.

Axaftvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta AKP`ê hewl didin Mîsaqa Milî pêk bîne û herêmên Bakurê Sûriyê, Iraqê û Şengalê dagir bike û projeya xwe pêk bîne. Axaftvanan teqez kir ku ew pişta xwe nadin hêzên derve ku parastina wan bikin, gel ji destpêka şerê li dijî terorê ve pişta xwe dide hêza xwe û şehîdên ku di şer de şehîd bûn ji gelên herêmê ne û tu aliyên ji derve tiştek nekiriye.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Çalakiyên şermezarkirinê berdwam in

Her wiha çalakiya li ser sînorên Bakurê Sûriyê di roja 23`yan de li dijî gefên Tirkiyê dewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên piştgiriya çalakvanên mertalên zindî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kiribû, li bajarokê El-Hîşê di 27`ê Kanûnê dest pê kir û îro li bajarokê El-Elî Baciliyê rawestiya. Dê sibê li bajarokê Ebo Xerzê, paşê jî li navçeya Eyn Îsa çalakî bê lidarxistin.

(jo)

ANHA