Ji Hêzên Rizgariya Efrînê çalakî, erebeya çeteyan hat rûxandin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên El-Cebha El-Şamiye yên li navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin û di encamê de du çete hatin kuştin.

Ji Hêzên Rizgariya Efrînê çalakî, erebeya çeteyan hat rûxandin
6 ÇILE, 2019   09:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Çalakiyên şervanên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê berdewam in. Di encama çalakiyên ku ji alî tîmên me ve hatin lidarxistin de hêzên dagirker derbên giran xwarin. Di vê çarçoveyê de;

-5’ê Çileyê şervanên me li dijî seyareyekî leşkerî ku hejmarek ji çeteyên koma bi navê El Cebha El-Şamiye têde bûn li gundê Gobelê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û seyare jî hat rûxandin.”

(kc)