Li Filîpînê ji ber bahozê 126 kes mirin

Roja 29'ê Kanûna 2018'an, ji ber bahoza li navenda Fîlîpînê û giravên li rojhilatê welêt, lehî rabû. Her wiha erd ji hiziya. Rayedaran gotin, hejmara mirovên ji ber felaketê mirine bûye 126.

Li Filîpînê ji ber bahozê 126 kes mirin
6 ÇILE, 2019   09:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Piraniya kesên mirin li herêma Bîcolê ya li başûrê rojhilat ê Manîlayê bûn. Tenê li Bîcolê zêdeyî 100 kes mirin.Ji ber bahozê, 152 hezar mirov neçar man ji cih û warê xwe derkevin. Herî kêm 75 mirov birîndar bûn.

Salê bi qasî 20 caran bahoz li Fîlîpînê radibin û rê li ber mirina bi sedan kesî vedikin. Mijdara 2013'an tofana Haiyan rabû û weke tofana herî dijwar a dîroka Fîlîpînê hate binavkirin. Ji be tofana zêdeyî 7.350 kes miribûn, ya jî birîndar bûbûn.