Martin Griffiths serdana Senaayê kir

Nûnerê Navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths serdana Senaayê kir ku danûstandinan bi Hûsiyan re li ser îtifaqên Stockholm û bi taybet El-Hudeyda bike.

Martin Griffiths serdana Senaayê kir
6 ÇILE, 2019   09:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafira nûnerê navneteweyî yê taybet ê Yemenê Martin Griffiths gihîşt balafirxaneya paytexta Yemenê Senaayê ku hevdîtinan bi fermandarên Hûsiyan û generalê Hollandî Patrick Cammaert re bike.

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset hate texmînkirin ku di hevdîtinên Griffiths de dê dosyayên îtifaqa Stockholmê û îtifaqa El-Hudeyda bêne nîqaşkirin. Nûnerê navneteweyî piştî Senaayê dê berê xwe bide Riyadê û tê payîn ku bi fermandarên hikumeta Hadî re hevdîtinan bike.