Li dijî gefên Tirkiyê çalakî berdewam in

Li Girê Spî çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya 22`yan de didome.

Li dijî gefên Tirkiyê çalakî berdewam in
Li dijî gefên Tirkiyê çalakî berdewam in
Li dijî gefên Tirkiyê çalakî berdewam in
5 ÇILE, 2019   12:33

GIRÊ SPÎ

Li Girê Spî çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker di roja xwe ya 22’yan de berdewam dike. Şênî û endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên navçeya Silûk û herêma Girê Spî tev li çalakiyê bûn.

Di merasîmê de cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî û wiha got: “AKP, bi hinceta ewlekariya neteweyî, derveyî talankirin, kuştin û êrîşan li ser dewletên derdorê tu tiştî nas nake.”

Mistefa axaftina xwe wiha domand: “Divê  gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dijminê ku xaka me ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin dixwaze dagir bike, bi yekdestî û yekrêzî derkevin.”

Merasîm bi pêşandanên hunerî dewam kir û helbestvan Fewaz Ocan çend helbestên li ser berxwedanê xwendin.

Di heman demê de li Kobanê û Serêkaniyê jî heman çalakî didomin. Dîroka bidawîkirina çalakiyan ne diyar e.

ANHA