Li Minbicê partiyên siyasî destwerdana Tirkiyê red kir

Partiyên siyasî yên bajarê Minbicê di civînekê de gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku divê li gorî sîstemeke hevbeş bi şêniyên bajêr re bicivin da ku rewşa herêmê binirxînin.

Li Minbicê partiyên siyasî destwerdana Tirkiyê red kir
Li Minbicê partiyên siyasî destwerdana Tirkiyê red kir
Li Minbicê partiyên siyasî destwerdana Tirkiyê red kir
Li Minbicê partiyên siyasî destwerdana Tirkiyê red kir
5 ÇILE, 2019   12:37

MINBIC

Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî li herêmê, lihevkirina li gorî sîstemeke hevbeş ji bo nirxandina rewşa tevahî Sûriyê û bi taybet bajarê Minbicê, civînek li navenda Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê li bajarê Minbicê li dar xist.

Nûnerên Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Mûna Xelef, Samir Ebû El-Nûr, endamên Desteya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Selwa Birkul, Seher Ewde, endamên Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Hezaa Îbrahîm, Medîha El-Cuma,  Ehmed Hesûn û Medîha El-Meter tev li civînê bûn.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat. Der barê encamên civînê de endama Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Mûna Xelef diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî û pêşketinên dawîn li herêmê û bi taybet rewşa Minbicê piştî gefên dewleta Tirk li ser bajêr û wiha got: "Di dawiya civînê de hewcedariya sîstemeke hevbeş li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê hate dîtin. Em destwerdana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê red dikin. Her wiha ji bo ku gel ji rewşa giştî û taybet a siyaseta dewleta Tirk a li herêmê xwedî agahî be, em ê civînên gel li dar bixin.”

(bx)

ANHA