Îsraîlê gef li Hemasê xwar: Ger êrîş bikin em ê bersiveke xurt bidin

Îsraîlê bi rêya Misrê gef li tevgera Hemasê xwar ku heke ew êrîş bike wê bersiveke xurt bidin wan. Her wiha Brazîlya jî niyet dike ku balyozxaneya xwe bibe Qudsê.

Îsraîlê gef li Hemasê xwar: Ger êrîş bikin em ê bersiveke xurt bidin
5 ÇILE, 2019   12:09

XEZA

Kanala 12 a Îsraîlê di nûçeyeke xwe de wiha got: “Îsraîlê bi rêya Misrê nameyeke gefxwarinê li dijî tevgera Hemasê bi rê kir û got ger ew êrîş bike, ew ê bersiveke tund bidin wan. Her wiha Îsraîlê soz da ku ew ê dorpêça li ser şêniyên Xezayê sivik bike.”

Brezîlya balyozxaneya dibe Qudsê

Ji aliyekî din ve jî serokê Brezîlyayê Jayer Bolsonaro ragihand ku welatê wî dê balyozxaneya xwe ji Til Ebîbê bibin bajarê Qudsê.

Bolsonaro da zanîn ku Îran nahêle ew balozxaneya xwe bibin Qudsê.

(kc)