Artêşa Tirk baregehên leşkerî li Efrînê ava dike

Li kantona Efrînê roj bi roj kuştin, revandin û dizî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve zêde dibe. Artêşa Tirk a dagirker çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a di lîsteya terorê de anî û li gundewarên Efrînê serweriya wan zêde kir.

Artêşa Tirk baregehên leşkerî li Efrînê ava dike
Artêşa Tirk baregehên leşkerî li Efrînê ava dike
5 ÇILE, 2019   11:48

EFRÎN

Li Efrînê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, revandin û diziyê zêde dibe. Armanca wan ji vê yekê ku ew e ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin û baregehên leşkerî li wan herêman ava bikin. Tevî ku serweriya komên çete li herêmê berfireh bûye û gelek gundewarên Efrînê xistine bin dagirkeriya xwe. 

Gund kirine baregehên leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê li ser sînorê Efrînê piştî ku gelek gund rûxandin, bi hezaran sivîl neçarî koçberiyê kirin û baregehên leşkerî lê ava kirine.

Artêşa Tirk û çeteyên wê şêniyên gundê Çiya (El-Cebeliye) ya li ser sînor ê girêdayî navçeya Racoyê neçarî koçberiyê kirin. Gund wek baregeheke leşkerî bi kar tînin. Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 20 hektar ji erdên derdora gund rakirin, gelek tank panzêr û çekên giran li gund bi cih kirin. Zêdetirî 2 hezar û 500 darên tirî, 500 darên zeytûnan û bi dehan darên din birîn.  

Tevî ku artêşa Tirk a dagirker baregehên leşkerî li derdora kantona Efrînê ava kirine, lê li derdora bajarê Ezet ê gundewarên rojavayê Helebê û bajarê Idlibê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên Nûredîn El-Zenkî de piştî ku çeteyên Nûredîn El-Zenkî tevahî gundewarên rojavayê Helebê û aliyê başûrê Efrînê xistine bin serweirya xwe, nakokiyan di navbera wan de derdixe. Bi vê yekê rêya di navbera Efrîn, Idlib û Helebê de bi temamî hate qutkirin.

Sivîlan direvînin

Welatiyê bi navê Qehreman Reşo beriya mehekê li Efrînê hate revandin. Bavê wî Hisên Reşo xwediyê dikana fetayiran e û ji bo kurê wî were berdan serî li polîsên leşkerî da, her wiha 6 sivîlên din ji gundên Kokana Jêrîn û Kokana Jorîn, di nav de jinek, hatin revandin.

Ciwanên bi navên Ceger Hisên Abdullah û Ehmed Mehmûd Îgcî yên ji gundê Dimliya yê navçeya Racoyê ji meha Adara 2018`an ve hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e, tevî ku erebeya bavê Ceger hatiye dizîn.

Li gundê Til Silûr ê navçeya Cendirêsê keça bi navê Cîhan Ehmed ji beriya 2 mehan ve hatiye revandin. Luqman Mihemed bîn Kemal (38), ciwanê bi navê Semîr Mihemed bîn Fayiq û ciwanê bi navê Mihemed Şehade bîn Ehem ên ji pêkhateyên Ereb ji meha Adara 2018`an ve hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ciwanê bi navê Elî Hemîdî bîn Remedan ê ji pêkhateya Ereb û ji gundê Til Silûr, beriya çend mehan hatiye revandin û çarenûsa wî heta niha jî ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî çeteyan welatiyê bi navê Murad Xelîl ê ji gundê Kefer Sefre yê navçeya Cindirêsê beriya çend mehan revand û heta niha tu agahî der barê wî de tune ne.

Dizî

Tevî ku mewsimê zeytûnan ber di dawiyê ve çûye lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û malbatên wan hê jî dizî û talanê dikin. Çeteyan kargeheke guvaştina zeytûnan (Kargeha Şêx Hisên a berê) ya li ser rêya Kitix Dormiye talan kir. Çeteyan nêzî hezar û 500 tenekeyên zeyta zeytûnan dizîn, karkerên di kargehê de girtin, li wan dan û ew li cihekî dûr ku nêzî gundê Kela yê navçeya Raco ye, hiştin. Ji ber wê xwediyê kargehê Mihemed Elî Sîno yê ji gundê Qentera kargeha xwe girt û gelek pere dan da ku alavên xwe ji destê dizan derxe.

Çeteyan berhemên nêzî 20 hezar darên zeytûnan ên şêniyên gundê Afraz, Kobe, Şêx Kîla, Siyoya û Heyat ên navçea Mabata dizîn û darên li wê derê bi awayekî hovane qut kirin. Her wiha berhemên nêzî 6 hezar darên zeytûnan ku ên 20 malbatan li gundê Dimliya dizîn.

Çeteyan nêzî 110 tenekeyên zeyta zeytûnan ên welatiyê bi navê Tewfîq Henan ê ji gundê Koran dizîn û mala wî jî talan kirin.

Daran qut dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî xweza, daristan û darên zeytûnan dewam dikin. Çeteyan 300 darên zeytûnan li gundê El-Hemam ê li ser sînor ên girêdayî parêzerê bi navê Ebas Ehmed qut kirin, darên temendirêj ên malbata Abdulhemîd Zîbar ê ji gundê Mamela yê navçeya Mabata jî qut kirin.

(bx)

ANHA