Li Calîforniyayê êrîş, gelek birîndar hene                

Polîsên Amerîkayê ragihandin ku, saetên sibehê de li nêzî bajarê Los Angeles a wîlayeta  Calîforniya êrîşekek gulebaranê pêk hat. Di encam de gelek kes birîndar bûn.

Li Calîforniyayê êrîş, gelek birîndar hene                
5 ÇILE, 2019   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press diyar kir ku, polîsên Torrancê gotin li "hola hundirîn" a ku karmendên dezgeha YouTubê ya wîlayeta Calîforniya dema ku xwarina dixwarin êrîşek gulebaranê pêk hat û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku,  êrîşa guleyî li nêzî biryargeha sereke ya dezgeha "You Tube”ê ya wîlayeta Calîforniyayê pêk hat û hikumetê ew dever xistiye çemberê.

Polîsan teqez kir “çekvaneke azad” li nêzî biryargehê heye û guleyan davêje. Her wiha polîsên Amerîkayê hemwelatiyên xwe hişyar kirin ku nêzî cihê guleavêtinê nebin.

Rojnameya"Los Angeles Times"  bi bîr xist ku êrîşa guleyî li herêma""Jable House Paul"ê jî  pêk hatiye. Polîsan welatî agahdar kir ku ji bo nêzî wê herêmê nebin.

Torranc bajarekî torîstîk e û 30 km dikeve başur-rojhilatê navenda bajarê Los Angelesê.