Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên wekî helwestên Amerîkayê der barê rewşa Sûriyê, dijwarbûna şer di navbera çeteyên Tirkiyê de, danûstandinên Yemenê, hewldanên avakirina hikumeta Lubnanê û rewşa Filistînê kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
4 ÇILE, 2019   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Washington ditirse ku piştî ew ji Sûriyê vekişin, Tirk Kurdan qetil bikin

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Pênşemê ragihand ku Amerîka ditirse piştî ew ji Sûriyê vekişin, Tirk Kurdan qetil bikin, Washington jî hewl dide piştî ku hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişînin, ev yek çênebe.”

Pompeo ji malpera Newsmax a Amerîkayê re wiha axivî: “Mîsogeriya ku Tirk Kurdan nekujin û parastina hemû kêmneteweyan li Sûriyê, ji erkên girîng ên Amerîkayê ne. Wezîrê karên derve der barê dema vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê, tu agahî nedan.”

El-Ereb: Trump û Îran... Ji biryara vekişanda ji Sûriyê, gav paş de avêt

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsand: “Helwestên Washingtonê yên der barê mijara Sûriyê û Îranê de asta belavbûna rêveberiya Amerîkayê ji dema biryara Trump a vekişanda hêzên xwe ji Sûriyê, zêde dike. Her wiha ji daxuyaniyên serokê Amerîkayê jî diyar dibe ku Îran hatiye guhartin, ne wekî berê bû.”

Şerq El-Ewset: “Şerê birakujiyê” li Bakurê Sûriyê berfireh dibe

Der barê şerê navxweyî yên çeteyên Tirk li Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got:" Duh “şerê birakujiyê” yê di navbera endamên komên muxalîf û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebbet El-Nusra) de ku berê bi hev re şerê rejîma Sûriyê li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê dikir, dijwartir bû.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: "Fermandarekî ji Cebhe El-Weteniye Tehrîr a girêdayî “Artêşa Sûriyê Azad” got şervanên wan li dijî endamên Heyet Tehrîr El-Şam li bejahiyên Heleb, Idlib û Hemayê, şerekî dijwar dimeşînin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî got şerê dijwar ê komên li bakurê Sûriyê ji parêzgehên Heleb û Idlibê der barê parêzgeha Hemayê de bû.”

El-Heyat: Aliyekî siyasî yê Filistînî yê nû li hemberî Fetih û Hemasê hat avakirin

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat wiha got: “Duh li Ramellah û Xezayê avakirina aliyekî siyasî yê Filistinî yê nû bi navê “Kombûna Demokratîk” hate avakirin. Ev kombûn hewl dide tevliheya di navbera Fetih û Hemasê de sivik bike.”

El-Ereb: Berhem Salih li Tirkiye û Qeterê ye: Serdanên bên encamên siyasî

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokê Iraqê Berhem Salih nikaribû hêviyên gelek aliyan bi cih bîne. Heta niha rêveberê Kurd Salih serdana 7 dewletên erebî, herêmî û Ewropayê kir, lê tu encamên berbiçav bi dest nexistine.”

El-Heyat: Danûstandinên beşa duyemîn bi redkirina pêkanîna hevpeymanê ji aliyê Hûsiyan ve bi dawî bûn

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Heyat jî wiha nivîsand: "Komîteya koordîneya belavbûna hêzan bi serokatiya Patrick Camera, duh beşa duyemîn ji danûstandinan bi redkirina pêkanîna hevpeymana  Stockholmê ji aliyê Hûsiyan ve bi dawî bû. Hûsiyan red kir ku benderên El-Hudeyda radest bikin û ji bajar derkevin.”

Şerq El-Ewset: Beşîr behsa êş û dorpêçê dike û soza çareseriyê dide

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset nûçeyeke xwe wiha ragihand:" Serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr li xwe mikur hat ku li welatê wî êş û azar heye, her wiha ji 21 salan ve dorpêç heye.”

(kc)