ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.01.2019
4 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li Kobanê û Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya greva birçîbûnê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîndan ve ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye lidarxistin di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê 3 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê wê werin veşartin, saet 12:00. Şêniyên bajarê Qamişlo ji malbata şehîd Silêman Murad re sersaxiyê dixwazin, saet 10:00. Her wiha şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re dixwazin, konê sersaxiyê li gundê Meseda ya navçeya Til Koçer tê veda. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêber Cuma şervanekî bi cesaret bû û ji hejmarên mezin ên dijmin neditirsî. Bi coş û heyacan li benda roja destpêkirina şoreşê bû. Dema şoreş destpê kir bê teredûd xwe dide pêş û tev li parastina şoreşê dibe. (BI WÊNE).

- Turkmenên Minbicê gotin, ew beşek ji tevna civaka Sûriyê ne û gefên êrîşkirinên Tirkiyê li ser axa Sûriyê şermezar kirin. Her wiha teqez kirin ew napejirînin dewleta Tirk bi navê wan biaxive û dagirkeriya xwe rewa bike.

DOSYA

- Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 550 kîlometreçargoşe erd û nêzî 3 milyon kes ji çeteyan rizgar kirin û parastina wan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêx Sînan Ehmed pêwîstiya yekrêziya Kurd ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan û gel hatine bidestxistin diyar kir û got: "Hêzên dijberî doza Kurd di her derfetekê de hewl didin gelê Kurd têk bibin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne. Hebûna me bi parastina destkeftiyan ve girêdayî ye."

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê hewl dide muxelefeyên bestayên firotina sotemenî yên bê serûber bi rêya diyarkirina cihekî taybet ji wan re kotrol bike û bandorên wê yên neyînî kêm bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojane hejmara şêniyên Efrînê yên li Kantona Şehba diman di nav Kampa Veger de zêde dibin û navê kampê nîşaneya berdewamkirina berxwedanê, ji bo rizgarkirna Efrînê ji xwe re digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA