Şêniyên Serêkaniyê amadekariya meşekê dikin

Îro şêniyên Serêkaniyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê meşekê li dar bixin.

Şêniyên Serêkaniyê amadekariya meşekê dikin
3 ÇILE, 2019   09:53

HESEKÊ

Şêniyên Serêkaniyê li nava bajêr kom dibin, da ku meşeke girseyî li dijî gefên dagirkeriya dewleta Tirk li dar bixin.

Tê payîn ku meş ji navenda bajêr heya ber konê çalakiya mertalên zindî ku di roja xwe ya 15’an de ye, berdewam bike.

ANHA