'Neteweya demokratîk nirxên hemû pêkhateyan diparêze’

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk rêgez û nirxên pêkhateyan parastine û wiha got: “Hemû pêkhate rêgez, bawerî û çanda xwe tê de dibînin.”

'Neteweya demokratîk nirxên hemû pêkhateyan diparêze’
'Neteweya demokratîk nirxên hemû pêkhateyan diparêze’
'Neteweya demokratîk nirxên hemû pêkhateyan diparêze’
'Neteweya demokratîk nirxên hemû pêkhateyan diparêze’
3 ÇILE, 2019   09:48

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Şoreşa Sûriyê di 15'ê Adara 2011'an de dest pê kir. Piştî mudexeleyên derve û siyaseta rêjîmê şoreş veguherî şoreşek çekdar û roj bi roj kûrtir bû. Di encama mudaxeleyên dewletên herêmî û derve de di serî de Tirkiye, Rûsya, Îran û Qeterê opozîsyona siyasî ya ku muxalefetê îdia dike, tevî ku çend caran rengê xwe guhert lê dîsa jî nekarî bibe dengê gelên Sûriyê. Heta niha nikarîn projeyek ku bibe bersiva hemû pêkhateyên Sûriyê, pêşkêş bikin.

Ji ber nakokiya li ser desthilatdariyê piraniya bajarên Sûriyê ji bilî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherîn deverên kavil û piraniya binesaziya wan bajaran wêran bû. Her wiha di navbera şêniyên wan bajaran de nakokiyên tundraw û nîjadî belav bû heta gihaşt astekê ku şênî li ser nasnameyê bên kuştin.

Lê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sêyemîn ji xwe re kirin bingeh, bajar, herêmên xwe û jiyana hevpar parastin. Hêdî hêdî pergala xwe ya taybet li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk ava kirin. Ji avakirina meclisên herêmî û meclisa rojavayê Kurdistanê bigire, heya ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ya ku bû sîwana hembêzker a 7 rêveberiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Projeya neteweya demokratîk nirxên pêkhateyan diparêze

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya Herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk nirx û rêgezên herêmê parastine û têkiliya pêkhateyan bi hev re xurt kiriye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, di navber pêkhateyan de tunekirin nakokiyan û rêgirtina li hember gefên ku parçebûna Sûriyê armanc dikin, projeya neteweya demokratîk nimuneya herî baş e.

Girêdayî mijarê hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso destnîşan kir ku pêkhateyên navçeyê rêgeza neteweya demokratîk wek rêya xilasiya ji zîhniyeta mêrdestiyê kirine bingeh. Ebdulrehîm diyar kir ku avakirina meclis, komîn û şaredariyan bi şêwazeke demokratîk bi rêya hilbijartinê û bi tevlêbûna tevahiya pêkhateyên herêmê, berhema projeya neteweya demokratîk e.

Ebdulrehîm teqez kir ku civakê biryar daye ku xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, azadiya xwe bi dest bixe û xwe li tevahiya astên jiyanê siyasî, aborî û leşkerî bi rêve bibe. Ebdulrehîm destnîşan kir ku piştî 7 salan projeya neteweya demokratîk bûye mînak.

Hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso diyar kir ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, projeya neteweya demokratîk li ser pergala xwe ya yek reng, al û ziman xeter dibînin ji ber wê şerê tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di projeya neteweya demokratîk de pêkane û civînên mîna Astana û Cinêvê dê ji aloziyê re nebin bersiv.

Endamê Komîteya Parastinê ya navçeya Tirbespiyê Corc Yûsif ku ji pêkhateya Suryan e jî wiha got: “Komîteya parastinê bi awayekî demokratîk hatiye avakirin, xwe bi rê ve dibe û hemû pêkhateyên civakê diparêze. Tevî proje nû ye jî, lê karîna xwe di pêşxistina civakê de îsbat kiriye bi taybet piştî tevlêbûna jinan di hemû waran de.”

Corc bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tecrubeya Bakurê Sûriyê bi cih bînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di projeya neteweya demokratîk de mafên hemû pêkhate û baweriyên civakê mîsoger in û her yek bi awayekî azad ayîn û baweriyên xwe tînin cih.”

(şx)

ANHA