Tevî sermayê gelê Sûriyê di roja 18`an de çalakiya şermezarkirina gefên Tirkiyê dewam dike

Di roja 18`an de li nêzî sînorê Tirkiyê û tevî barîna baranê, bi sedan şêniyên Sûriyê ji herêmên cuda berê xwe da konê çalakiyê yê li bajarê Kobanê hatiye vedan û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Tevî sermayê gelê Sûriyê di roja 18`an de çalakiya şermezarkirina gefên Tirkiyê dewam dike
3 ÇILE, 2019   10:16

KOBANÊ

Tevî gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêzî deh hezaran ji şêniyên Sûriyê beriya çend hefteyan li bajarê Kobanê dest bi meşeke mezin kir û gefên Tirkiyê şermezar kirin. Paşê jî çalakiya konê çalakiyê li ser sînor ji Kobanê heta bajarê Dêrîkê li dar xistin.

Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê 10 rojan bi hezaran ji gund û bajarokên cuda ên Kobanê berê xwe da konê çalakiyê li wî gundî li nêzî yek ji mezintirîn cihên leşkeriyê yên Tirkiyê û berxwedana xwe nîşan da.

Roja şemiyê konê çalakiyê anîn yek ji taxên nêzî sînorê Tirkiyê, li pêş çavên leşkerên Tirkiyê bi sedan gelê Sûriyê ji Ereb û Kurd beşdarî konê çalakiyê dibin.

Çalakvan roja xwe bi nîqaşên li ser pêşketinên siyasî li qada Sûriyê û herêmê nirxandinên xwe dikin, her wiha her roj komeke muzîkê stranan pêşkêşî çalakvanan dike.

Di seatên êvarê de saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî çalakiyê dibin û şêniyan pêşwazî dikin. Di çalakiyê de partiyên siyasî li kantonê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demoratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) û Partiya Yekitî amade dibin.

Her roj di seatên êvarê semînerên li ser têgeha berxwedan, parastina cewherî û girîngiya hevgirtina gelan li dijî hemû xetereyên li ser yekbûna xaka Sûriyê, tên dayîn.

(jo)

ANHA