Şandeyeke ji Serokwezîriya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeyeke ji ofîsa Serokwezîriya Iraqê serdana Şengalê kir û hevdîtineke hevbeş li gel Rêveberiya Xweser a Şengalê, PADÊ û TAJÊ pêkanî. Şande her wiha li navenda Şengalê serdana Meclîsa Demî ya Pêkhateyên Şengalê jî kir.

Şandeyeke ji Serokwezîriya Iraqê serdana Şengalê kir
3 ÇILE, 2019   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj News’ê duh êvarê şandeyeke ji Komîteya Lihevkirinên Nîştîmanî ya girêdayî Ofîsa Serokwezîriya Iraqê serdana Şengalê kir. Şandeya ku dibin serokatiya Berdevkê komîteya Lihevkirinên Nîştîmanî Welîd Xalid de li navenda PADÊ ya Xanesorê ji aliyê Cîgirê Serokê PADÊ Azad Evdal û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hate pêşwazî kirin. Her wiha nûnerênTevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî di hevdîtinê de amade bûn.

Di hevdîtinê de bi taybet vegera koçberan ji bo li ser cih û warê xwe, tazmînata kesên di fermanê de mexdûr bûne û xizmet ji bo avadankirina Şengalê were kirin hatine nîqaşkirin. Di hevdîtinê de pêwîstiya avakirina komîsyoneke çavderî û pêkanînê ji bo van planan hatiye kirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ji şandeyê daxwaz kiriye ku rêveberiya berê ya Şengalê ji ber tenê ji bo berjewendiyên hizbekî dixebitîn venegerin Şengalê.

Şande piştî hevdîtina li gel rêveberiyên Êzidiyan berê xwe da navenda bajarê Şengalê û serdana Meclîsa Demî ya Pêkhateyên Şengalê kir. Hevdîtin li avahiya qeymeqamiyeta Şengalê pêkhat. Têkildarî naveroka hevdîtinê ti zanyariyek ne hate bidest xistin.

Şande piştî geşta hevdîtinan li Şengalê bi dawî kir îro, zivirî Bexdayê.