Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de, berfirehbûna serweriya Heyet Tehrîr El-Şam li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, aloziya aborî li Tirkiyê, rewşa Lubnanê, serhildanên li  Sûdanê û aloziya Yemenê kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
3 ÇILE, 2019   09:14

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Şerê desthilatdariyê di navbera komên girêdayî Tirkiyê de nû dibe

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb behsa berfirehbûna serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin kir û wiha  got: “Çavkaniyan ji Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê re ragihand ku şerê di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Cebhe El-Weteniye Tehrîr de li bejahiya rojava ya Helebê ya Bakurê Sûriyê dewam dike.”

Roja Sêşemê di encama şerên giran ên di navbera her du aliyan de, 39 çekdar û sivîl hatin kuştin.

Çalakvanên herêmî ragihand ku piştî Cebhe El-Weteniye beşek ji hêza xwe kişand û ber bi Minbicê ve bi rê kir, Heyet Tehrîr El-Şam dest bi şer kir.

Heyet Tehrîr El-Şam roja Çarşemê noqteyên nû li bajarokê Dart Ize ava kirin. Li herêmê jî di encama şerê dijwar ê her du aliyan de, gel nerazîbûnê nîşan dide.

Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî Cebhe El-Weteniye Tehrîr kontrola parêzgeha Idlibê û beşên ji parêzgehên derdora wê dikin. Her wiha bejahiya rojava ya Helebê jî kontrol dikin.

Şerq El-Ewset: Vekişandina Kurdan plana operasyona Tirkiyê li Minbicê serobin kir

Rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa rewşa li derdora Minbicê kir û wiha got: “Duh bi îlankirina Şamê ku bi sedan ji şervanên Kurd ji herêma Minbicê vekişiyan, planên li Bakurê Sûriyê û plana operasyona Tirkiyê li Minbicê serobin kir. Lê heta niha Enqere hêzên xwe yên leşkerî li herêmên sînorê Sûriyê zêde dike.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû ku dê di 4 mehan de hêzên xwe vekişîne, ev yek pirsnîşan têkildarî çarenûsa şervanên Kurd ku hevalbendên Washingtonê ne, çêkiribû. Lê duh Trump di civîna yekemîn a sala nû bi rêveberiya giştî re ragihand ku tevî ew hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, lê ew ê parastina Kurdan bikin.

Têkildarî heman mijarê, serokê Fransayê Emmanuel Macron bi serokê Rûsyayê Pûtîn re teqez kir ku divê şerê li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê bi dawî bibe û bang li wî kir ku hêzên ku şerê cîhadîstan dikin, di nav de Kurd jî, biparêzin.”

El-Ereb: Erdogan ji bo derbaskirina aloziya Tirkiyê ya aborî, pişta xwe dide dewletên ku berê krîza aborî lê heyî

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Dewleta Tirk ji bo derbaskirina aloziya xwe ya aborî xwe dispêre dewletên ku berê kirîza wan a aborî heyî mîna Sûdan, Sûmal, Pakistan û Iraqê.”

Îslamî jî li dijî El-Beşîr derketin

Têkildarî serhildanên ge li Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Serhildanên gel ku di vê dema dawîn de li piraniya Sûdanê çêbûn, asta aloziya sîstema serok Umer Hesen El-Beşîr derxist holê.”

Şerq El-Ewset: Hûsiyên “beşê duyemîn” êrîşî NY’yê kir

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa aloziya Yemenê kir û wiha got: “Generalê Hollendî Patrick Commart nexşerê û plan ji hikumet û Hûsiyan re pêşkêş kir, da ku hevpeymana El-Hudeyda pêk bînin.”

El-Heyat: Yekitiya Karkeran ji ber rewşê û zextên ji bo avakirina hikumetê, banga greva giştî kir

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Heyat ev agahî ragihandin: “Meclisa Rêveber a Yekitiya Karkeran bang li hemû karkerên Lubnanê yên di hemû beşan de û hemû saziyan de kar dikin, ji ber rewş heyî û da ku zextê ji bo avakirina hikumetê bikin, banga greva giştî kir.”

(kc)