Li Til Hemîsê nexweşiya binguhikê belav bûye

Di 3 mehên dawîn de nexweşiya binguhikê li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo belav bûye. Di navbera salên 2013 û 2015‘an de ango di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de aşleyên vê nexweşiyê nedihatin peydakirin û vê yekê rê li ber xetereyeke mezin bi taybet ji bo zarokan vekir.

Li Til Hemîsê nexweşiya binguhikê belav bûye
Li Til Hemîsê nexweşiya binguhikê belav bûye
Li Til Hemîsê nexweşiya binguhikê belav bûye
Li Til Hemîsê nexweşiya binguhikê belav bûye
Li Til Hemîsê nexweşiya binguhikê belav bûye
3 ÇILE, 2019   09:02

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Di mehên dawîn ên sala 2018’an de nexweşiya binguhik ango nukafê li navçeya Til Hemîsê belav bû. Sedema belavbûna vê nexweşiyê girêdayî aloziya salên dawîn a koçkirin û wêranê û nepeydabûna derziyan e.

Navenda Tenduristiyê ya Til Hemîsê rojane 6-7 kesan û di mehê de nêzî 150 kesî tedawî dike. Ev jî ji bilî kesên diçin bijîşk û nexweşxaneyên Qamişloyê.

Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya Til Hemîsê Dr. Hanî Hemendî li ser sedemên nexweşiya binguhikê û çawaniya xweparastina ji nexweşiyê ji ajansa me ANHA‘yê re axivî û wiha got: "Ev nexweşî perok e, bi rêya vîrusan belav dibe û bandorê bi livika nukavê dike, di encamê de yek an her du livik biwerimin. Li gel vê yekê jî laş germ dibe, êşîna masûlkeyan, windabûna çêjê, lawazbûn û westandin û bi êşê hesîn dema xaziya xwe dadiqurtîne.”

Hemendî teqez kir ku sedama belavbûna vê nexweşiyê li herêmê, nepeydabûna aşlekirinê ye û wiha got: "Divê zarok ji 12 mehî heya 15 û ji 4 saliyê heya 6 saliyê ji bo vê nexweşiyê werin aşlekirin. Di dema dagirkirinê herêmê de di navbera salên 2013 û 2015‘an de ji aliyê komên terorîst ve, derzî û dermanên vê nexweşiyê nedihatin peydakirin.”

Li ser awayê belavbûna nexweşiya binguhikê Hemendî ev agahî dan: "Ev nexweşî bi rêya xaziyê ku vîrusên nukafê tê de hene, belav dibe. Bi taybet bi rêya vexwarina bi peyal, şûşe yan kevçiyan an jî bi rêya kuxik û elpişkan belav dibe. Her wiha encamên wê wekî werimîna hêlikan, werimîna benkirasan, nebihîstinê û ji bo jinên ducanî zarok ji dest dide.”

Ji bo xweparastina ji nexweşiyê, Dr. Hemendî destnîşan kir ku gel zarokên xwe yên ji temenê 12 mehî heya 15 mehî û ji 4 salî heya 6 salî derziyan bi rêk û pêk lê bixin û divê derziyên nukafê lê bibxin, ji bo ku di pêşerojê de pê nekevin. Lê dema pê ketin, divê biçin navendên teduristiyê û divê qumaşên şil deynin ser enî û zikê zarokan, ji bo germbûn dakeve heya digihîjin cihên têkildar.

Di dawiyê de Dr. Hemendî diyar ki ku nexweşiya binguhikê li Til Hemîs û gundewarên wê belav bûye, ji ber vê rojane ji 5 heya 6 kes û mehane heya 150 kes têne Navenda Tenduristiyê ya Til Hemîsê, xwe tedawî dikin û wiha got: “Divê şagirtên bi nexweşiyê ketine yên di dibistanan de, neçin dibistanan heya ji nexweşiyê rihet bibin, da ku şagirtên din jê venegirin. Ji ber temenê şagirtan ji vê nexweşiyê re guncaw e."

(dh)

ANHA