Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin

Şikefta El-Qatir ji cihên dîrokî ye ku hîna nehatiye vedîtin. Şikefta ku bi awayekî xwezayî ava bûye, şaristaniyên hatine bajêr parve dike. Lê di dema dagirkirina çeteyan bajarê Reqayê de rastî talankirin û wêrankirinê hatiye.

Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
Şikefta El-Qatir sirek e ku hîna nehatiye vedîtin
3 ÇILE, 2019   08:47

EMAR EL-XELEF / REQA

Şikefta El-Qatir a li Kesra Mihemed Elî, dikeve başûrê rojhilatê Reqayê û 12 kîlometre li ser rêya Reqa-Dêrazorê li herêma El-Kesra dûr dikeve.

Şikeft bi hênikbûna xwe tê naskirin, lewre di havînê de dibe meqseda bi sedan şêniyan.

Şikeft beriya salan bi awayekî xwezayî di encama mercên hawîrdorê de ji kevir û kilsê tevî madeya krîstal ava bûye. Rexmî ku gelek şandeyên biyanî û yên herêmî ev şikeft dîtine lê hîna temenê wê keşf nekirine.

Kûrahiya şikeftê digihîje derdora 2,4 kîlometreyan. Gelek dever di şikeftê de nehatine vedîtin. Li gorî ku hevserokê Komîteya Turîzm û Şûnwaran Hesen Mistefa ragihand, dirêjbûna wê digihîje 20 kîlometreyan.

Cihê wê ji zinar binê çiyayê El-Beşrî ber bi jêr ve dest pê dike. Ji beşên bi navên Hisên, Almanya, Darên Krîstal û Tunela Mezin pêk tê.

Şikeft ji mezintirîn û girîngtirîn şikeftên Sûriyê ye. ‘El-Qatir’ bi erebî tê wateya dilopkirina avê ji banekê û ji ber ku ji banê şikeftê av dilop dike, navê ‘El-Qatir’ lê hatiye kirin. Şikeft ji gelek beşan pêk tê; qadeke berfireh bi dirêjbûna zêdetirî 100 metre û firehiya 60 metre, gelek hol, goleke kûr a ku di encama dilopkirina ava baranê de, di dirêjahiya salan de ava bûye. Her wiha li aliyê çepê yê şikeftê kanaleke teng a avê heye. Tê gotin ku ev kanal ji rûbarê çemekî li herêma El-Ekrîşî ya ku bi 20 kîlometreyan dikeve rojhilat, ava dike û tê gotin dibe ku ava şikeftê ji El-Resafa bi rêya çemekî binerd re an jî bi rêya gelek kaniyên biçûk di bin erdê de tê.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Turîzm û Şûnwaran a Reqayê Hesen Mistefa wiha axivî: "Em şikeftê wek cihekî dîrokî ku heta vê kêliyê nehatiye vedîtin, dihesbînin. Lê ji ber ku çeteyan bê ser û ber şikeft kolaye, gelek zerar gihandinê.”

Her wiha Hesen Mistefa diyar kir ku çeteyan şikeft wek navenda amadekirina erebeyên teqemeniyê bi kar aniye û bi zanebûn xuyangên xweşik ên şikeftê wêran kirine.

(şx)

ANHA