Asayîşa Hewlêr rêvebirekî YNK’ê binçav kir

Li gorî medya fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), şeva din asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê bi ser mala yek ji rêveberekî  YNK’ê, Pêşrew Wîstî de girt û binçav kirin.

Asayîşa Hewlêr rêvebirekî YNK’ê binçav kir
3 ÇILE, 2019   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Puk Medya ku malpera fermî ya YNK’ê ye, şevê din di saet 22:30’an de li Taxa Birayetî ya Hewlêrê hêzên Asayîşa Hewlêrê, avêtine ser mala yek ji rêvebirên Malbenda 3 ya YNK’ê Pêşrew Wîstî û ew binçav kirine.

Li gorî heman zanyariyan, hêzên asayîşa PDK’ê duh bi şev li taxa Rewşenbîrî ya Hewlêrê avêtine ser mala Endamekî din ê YNK’ê bi navê Lêzan Bekir û xwestine wî jî binçav bikin.

Di derbarê  serdegirtinê de bavê Lêzan Bekir ku di heman demê de fermandarekî leşkeriye, diyar kir ku hêzên asayîşê bêy ku nivîsek fermî û yasayî li gel wan de hebe, li mala wî de lêgerîn kirine. Her wiha daxwaz jî ji Polîtbûroya YNK’ê kir ku di derbarê vê bûyerê de helwest nîşan bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 17’ê Kanûna 2018’an de jî li xala kontrolê ya Bazarge ya di navbera Hewlêr û Mexmûr de hêzên asayîşa Hewlêr ku di heman demê de ser bi PDK’ê ne, Berpirsê Giştî yê pêşmergehên YNK’ê yên  li sînorê Mexmûr, Guwêr Xanim Sebah Nadir binçavkirin û heya niha jî nehatiye berdan.