Balafirên şer gundên Dihokê bombebaran dikin

Balafirên şer yên dewleta Tirk herêmên Metîna, Zap, Nêrwe, Rêkan û gundên Guher û Kafya yên bi ser Dihokê  bombebaran dikin.

Balafirên şer gundên Dihokê bombebaran dikin
2 ÇILE, 2019   17:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên herêmê, balafirên şer yên dewleta Tirk herêmên Metîna, Zap, Nêrwe, Rêkan û gundên Guher û Kafya yên bi ser Dihokê  bombebaran dikin.

Liv û tevgera balafiran û bombebarankirin didome, nayê zanîn ziyan heye yan ne.