Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê

Bi hezaran şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê 9 şervanan ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû li goristana şehîdan spartin axê.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdan spartin axê
2 ÇILE, 2019   17:47

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Basil Xilêf (Esed Şedadê), Hesen El-Elî (Seferî Hesekê), Ehmed El-Hesen (Zîb Şedadê), Fadî Iweyid (Mihemed Hesekê), Cûma El-Beyai (Ebas), Şahir El-Hirês (Sehm Dêrazor), Xelîl Sewadî (Qesûra), Ehmed Himêdî (Xeys) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen Ekîz ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ve derxistin.

Li goristana merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve destpê kir. Ji fermandarên YPG‘ê Elî Şedadê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Bi saya şehîdên me şêniyên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin."

Elî Şedadê her wiha teqez kir "Di qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê de me bi sedan gund ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, her bostek ku ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin em ê rizgar bikin. Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk em rê nadin kku xaka me were dagirkir, berdêl çibe bila bibe em ê gel û warê xwe biparêzin."

Fermandarê YPG‘ê Elî Şedadê anî ziman ku bi destpêka pêngava Şerê Tinekirina Terorê re Erdogan dest bi gefên li dijî herêmên Bakur Sûriyê kir û got, gefên Erdogan îradeya gel naşkîne.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sehmer Mihemed a Şedadê Seher Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xweser û got wekî malbatên şehîdan ew amade ne berdêlan bidin heya tevahî herêm ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bibe.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman Nasir wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kir.

Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA