"Em ne aşqê şer in, lê ger kesin êrîş axa me bike em ê bibin şervan "

Hevseoka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind  El-Elî di civînekê de li gel karkerên Bendava Firatê de got " Em ne aşqê şer in, lê ger kesên êrîş me bike, em ê hemû bibin şervan". Hind El-Elî her wiha bal kişand ser girîngiya diyalogên navxweyî û wekî rêya xelasiya Sûriyê ji krîzê bi nav kir.

"Em ne aşqê şer in, lê ger kesin êrîş axa me bike em ê bibin şervan "
"Em ne aşqê şer in, lê ger kesin êrîş axa me bike em ê bibin şervan "
"Em ne aşqê şer in, lê ger kesin êrîş axa me bike em ê bibin şervan "
2 ÇILE, 2019   16:44

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê şîrovekirina rewşa siyasî ji şêniyan re didomînin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê îro bi xebatkrên Bendava Firatê re civiya.

Civîn li hola sereke ya têketina bendavê bi amadebûna hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî, Hevserokê Komîteya Erka Xewparastinê Mihemed Xalid, Hevserokê Komêteya Aborî Ehmed Silêman, Rêveberiya giştî ya Bendava Firatê û bi dehan karkerên bendavê hate lidarxistin.

Civîn bi bîranîna şehîdan têkoşîna azadiyê destpê kir. Paşê Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Hind El-Elî geşedanên siyasî nirxandin. Hind El-Elî li ser biryara Serokê Amerîkayê Turmp a vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û got "Biryara Trump a der barê vekişandina hêzên Amerîkaya ji Sûriyê rewşa siyasî li ser asta herêmî û cîhanî tev li hev kir. Piştî vê biryarên bi çend saetan hin rayedarên mezin di rêveberiya Amerîkayê de di nav de Wezîrê Parastinê û nûnerê Koalîsyona Navdewletî li Sûriyeyê îstîfa kirin."

Hind El-Elî her wiha bal kişand li ser berjewendiyên Tirkiyê di herêmê de piştî vekişaninda hêzên Amerîkayê û wiha domand: "Biryara vekişandinê piştî pêwendiya bi telefonê ya di navbera serokên Amerîka û Tirkiyê hate girtin. Di wê pêwendiyê de herdu aliyan li ser peyama firotina fûzên patriot bi 3 û nîv mîlyar dolarî li hev kirin. Ev yek têkiliyên di navbera herdu welatan de diyar dike, dibe rê li ber peyman û lihevkirinên din were vekirin ku herêmê piştî vekişandina Amerîkayê were hedefgirtin."

Hind li ser komploya li dijî herêmê têne kirin û got: "Sedema  sereke ya ku herêma me dike  armanca hêzên derve û bi taybet Trikiyê berjewendiyên wan in, ji ber her kes li berjewendiya xwe digere"

Hind girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî destnîşan kir û wekî rêya xelasiya Sûriyê ji krîzê bi nav kir û wiha pê de çû: "Em weke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclîsa Sûriye Demokratîk û hêzên leşkerî û ewlehiyê teqezî li ser girîniya danûstandinên Sûrî-Sûrî bi hemû beş û pêkhateyên civakî dikin , da ku dawî li aloziya hundirîn û mudaxeleyên derve bi dawî bibe, ji be rem hemû Sûrî ne. "

Piştî nirxandina rewşa siyasî ji aliyê Hindi Elî ve beşdaran jî mudaxle û pirsên xwe anîn izman.

Têkilarî pirsa welatiyekî li ser rewşa Minbicê, Hindî El-Elî got: "Di demên dawî de gelek îdia belav bûn ku dibêjin hêzên rêjîmê derbasî bajarê Minbicê bûye. Em teqez dikin ku ev îdia ji rastiyê dûr in. Hêzên rêjîmê li ser sînorê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê de ne. Ne pirsgirêk e ku hêzên rêjîmê sînor biparêzin ji ber ku erka wan e jî herêmê ji ji êrîşên osmaniyan biparêzin."

Di dawiyê de Hind bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi yekrêzî piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û herêmê biparêzin. Hind El-Elî got: " Em ne aşqê şer in, lê ger kesên êrîş me bike, em ê hemû bibin şervan ."

(dh)

ANHA