Li Afganistanê Talîbanan qereqolek rûxand

Li Afganistanê tevgera Talîbanan bi teqemeniyê qereqolekî li başûrê welat rûxand.

Li Afganistanê Talîbanan qereqolek rûxand
2 ÇILE, 2019   16:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsê Afgan ragihand ku di êrîşê de 5 leşker mirine û 6 jî birîndar bûne.

Tevgera Talîbanan jî ragihand ku 35 leşker mirî û birîndar bûne.

Diyar bû li binê qereqola Maîwand a li eyaleta Kandahar tûnel hatiye çêkirin û teqemenî tê de hatiye bicihkirin.

Li aliyê din hêzên Afgan ragihand ku li eyaleta Herat êrîşeke li dijî leşkerên Îtalî yên perwerde didan têk birîne.

Li gorî Reutersê berpirsê yekîneyên leşkerî yê li herêmê Nûrûllah Kadrî ragihand ku 2 kes bi dizî ketine nava yekîneyê, yek hatiye kuştin û yê din jî hatiye girtin.