"Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû

15 zarokên Efrînî bi 110 wênexêz û karê destan êş û azariya ku ji dest dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dîtine û girêdana xwe ya bi çanda xwe rave kirin.

 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
 "Vegera li Efrînê"navnîşana pêşangeha zarokên Efrînî bû
2 ÇILE, 2019   15:12

ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) bi navnîşana "Vegera li Efrînê" pêşangeheke berhemên zarokan li navçeya Til Sûsînê ya kantona Şehbayê vekir.

Di pêşangehê de 110 wênexêz û karên destan ku 15 şagitan ji beriya du mehan ve bi alîkariya mamosteyan xwe amadekariyên wan dikirin, hatin pêşandan.

Şagirtan bi rêya berhêman binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên der heqê Efrînê de rave kirin û çanda şêniyên Efrînê xuya kirin. Mijara piraniya wêneyên şagirtan wateyên berxwedanê li hember siyasetên dijmin nîşan didan.

Merasîma vekirina pêşangehê bi pêşkêşkirina şagirtan berhemên xwe yên hunerî di nav tilîliyên dayikan de destpê kir.

Piştre xwendekar û malbatên wan di nav pêşengehê de geriyan.

Şagirta refa şeşemîn a bi navê Renîm Bîko bi wêneyekê girêdayî cilê Kurdî yê gelêrî beşdarî pêşengehê bû. Renîm destnîşan kir ku pêşengeh ji cîhanê re isbata ku çanda Kurdî nayê windakirin û ti kes bi taybet dewleta Tirk nikare çanda Kurd a kevnar qir bike.

Mamoste Jolya Xêro bi wêneya pitikekî di mazaroka dayika xwe de beşdarî pênşangehê bû û li ser tabloya xwe "Dixwazim li dayika xwe Efrînê çavê xwe li dinê."

(şx)

ANHA