Minbicî li dijî gefên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne

Çalakiyên şêniyên Minbicê yên redkirina gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, gelê Minbicê bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê re” konê çalakiyê li taxa El-Hezawne ya Minbicê vekir.

Minbicî li dijî gefên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne
Minbicî li dijî gefên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne
Minbicî li dijî gefên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne
2 ÇILE, 2019   13:25

MINBIC

Tevî bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl û endamên Meclisa Jinan tev li konê çalakiyê bûn.

Di konê çalakiyê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û Gundewarên Wê Mihemed Xêr Şêxo axivî û da zanîn ku baweriya gel û rêveberiya Minbicê bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê heye û bal kişand ser rola gelê Minbicê di bersivdayîna destwerdanên derve de.

Hevserokê Komîteya Parastinê Qasim Remo jî axivî û got divê hevgirtina civakî di asta herî jor de be û diyar kir ku rêveberiya siyasî û hêzên leşkerî yên Minbicê tekane hêz in ku dikarin herêma xwe biparêzin û bi rê ve bibin.

Her wiha ji rêveberên Meclisa Jinan a Minbicê Hale Hisên jî axivî û bi lêv kir ku hemû planên têkbirina aştî û ewlehiya herêmê, dê têk biçin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe dikarin planên dagirkeriya Tirk têk bibin.”

Çalakî dewam dike.

(kc)

ANHA