Ciwanên ku tev li çalakiya mertalên zindî bûn: Berxwedana me dê bidome

Ciwanên Qamişlo îro tev li çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê bûn û nerazîbûna xwe li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan dan. Ciwanan diyar kirin dê li hember gefên dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin.

Ciwanên ku tev li çalakiya mertalên zindî bûn: Berxwedana me dê bidome
Ciwanên ku tev li çalakiya mertalên zindî bûn: Berxwedana me dê bidome
Ciwanên ku tev li çalakiya mertalên zindî bûn: Berxwedana me dê bidome
Ciwanên ku tev li çalakiya mertalên zindî bûn: Berxwedana me dê bidome
2 ÇILE, 2019   13:24

HESEKÊ

Ciwanên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiya konvedanê ya mertalên zindî ya herêma Serêkaniyê ya li ser sînor bûn. Çalakiya mertalên zindî 14 roj li pey xwe hiştin.

Bi dehan ciwanan îro serdana kon kirin û nerazîbûna xwe li dijî gefên Tirkiyê anî ziman. Li ser navê rêveberiya Meclisa Ciwanan a Kantona Qamişlo Seyid Mihemed bang li ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê kir ku dem dema xwedîderketina li şehîdan û rûmetê ye û divê li hember gefên dagirkeriyê berxwedana xwe berdewam bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Fethila Hiso jî di çalakiyê de axivî wiha got: “Em îro li bin konê berxwedanê ne ku ev kon biryardariya gelê me nîşan dide. Divê em bi xwe bawer bin ku em bûne modelek ji bo cîhanê. Baweriya ma bi projeya me xurt e. Projeya me biratiya gelan e û em dibêjin tu carî ev biratî nayê têkbirin.”

Çalakî dewam dike.

ANHA