Mezintirîn koma dijber, îstifaya El-Beşîr xwest

Ajansa Associated Press, ragihand ku li Sûdan mezintirîn rêxistina dijber (Partiya Netewî) tevlî komên bangawaziya îstifayê ji serokê Sûdanê Omer El- Beşîr bû.

Mezintirîn koma dijber, îstifaya El-Beşîr xwest
2 ÇILE, 2019   13:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansê derbarê "Bangewaziya El-Sûdan" de peyama daxwaza istîfakirinê li  El-Beşîr, birêveberiya wî û destpêkirina demokratiyê ragihand.

Partiya Netewî jî tevlî komên, “Bangewaziya El-Sûdan" ku îstifaya serokê Sûdanê Omer El- Beşîr dixwazin bû. Di Partiya Netewî de kes û aliyên weke  ‘Wezîrê berê yê partiyê Sadiq El-Mihdî, komên dijber ên li Bakurê Kurdavan, Darfor û herêma Nîl Elezreq li Başûrê Elxertûm’ cih digrin.

Şayenê li bîr xistinê ye ku Beşîr, di dema derbeya sala 1989 `an de, bi rêya hêza li dijî xwepêşandêran hatibû ser erk.

Hate ragihandin ku nêzî 20 serokên dijber hatine binçavkirin.