Di 2018`an de 94 rojnamevan hatin kuştin

Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî diyar kir ku di sala 2018`an de 94 rojnamevanên ji tevahiya cîhanê, dema ku bi erka xwe radibûn, hatin kuştin.

Di 2018`an de 94 rojnamevan hatin kuştin
31 kanûn, 2018   12:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî raporek li ser rojnamevanên ku bi erka xwe radibûn li gelek dewletên cîhanê hatin kuştin, weşand.

Di raporê de hate diyarkirin ku gelek rojnamevan rasterast hatin kuştin û hin ji wan ji ber teqînan û hin ji wan di gulereşandinê de dema ku bûyerên germ dişopandin, hatin kuştin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku welatê herî xeternak ji bo rojnamevanan Afganistan bû, li wir 16 rojnamevan hatin kuştin. Li Meksîkayê 11 rojnamevan hatin kuştin û li Sûriyê 8, li Hindistanê 7, li Bagistan, Somalî û Amerîkayê li her welatekî 5 rojnamevan hatin kuştin.

(jo)