Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an

Şêniyên Reqayê bi boneya sala nû, hêviya aştiyê ji tevahî gelên Sûriyê re xwest û daxwaza yekitiyê kir.

Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
Daxwazên şêniyên Reqayê ji sala 2019`an
31 kanûn, 2018   12:25

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên sala nû tên kirin.

Şêniyên bajarê Reqayê hêviya aştî, aramî û ewlehiyê ji tevahiyê Sûriyê re xwestin û got ew bi hêvî ne ku hemû gelê Sûriyê di bin sîwana demokratîk û biratiya gelan de kom bibin.

Welatiyê bi navê Abdulrehman El-Hesen di saetên dawîn ên 2018`an û destpêkirina sala nû de hêviya aramî û ewlehiyê ji tevahî herêmên Sûriyê re xwest û got ew bi hêvî ye ku hemû gelên Sûriyê di bin sîwana demokratîk de kom bibin. Xwediyê dikaneke bazirganiyê El-Hesen got ew bi hêvî ye ku sala nû bibe sala kêfxweşiyê ji hemû gelên Sûriyê re, koçber û penaber li herêmên xwe vegerin, gelê Sûriyê bibin yek, rewşa herêmê aram bibe û aramî û ewlehî li tevahî herêmên Sûriyê peyda bibe.

Zarokê bi navê Ehmed (6) got ew bi hêvî ye ku birayê wî yê nexweş baş bibe, şerê li Sûriyê bi dawî bibe û bi aramî bijî.

Welatiya bi navê Zehle Abdulfetah jî got ew bi hêvî ye ku sala 2019`an bibe sala kêfxweşî, aramî û ewlehiyê ji tevahî gelê Sûriyê re, her wiha hêviya yekitiyê ji gelê Sûriyê re xwest, tirsa li gel wan bi dawî bibe wekî ku çawa 2018`an bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin.

Îbrahîm Hemîd jî mîna hemû şêniyan hêviya aramiyê ji hemû herêmên Sûriyê re xwest, hemû koçber li herêmên xwe vegerin û bajarê Reqayê di bin sîwana demokrasiyê de bijî.

(bx)

ANHA