Meclisa Şehbayê: Em hêvîdar in di sala nû de herêmên dagirkirî rizgar bibin

Meclisa Kantona Şehbayê sala nû li hemû xiristiyanên cîhanê û tevahî gelên Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku ew hêvîdar in sala nû bibe sala çareseriya siyasî, bidawîkirina êş û azarên gelê Sûriyê û di serî de Efrîn, rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî. 

Meclisa Şehbayê: Em hêvîdar in di sala nû de herêmên dagirkirî rizgar bibin
31 kanûn, 2018   12:33

ŞEHBA

Meclisa Kantona Şehbayê, peyamek ji bo pîrozbahiya sala nû ji tevahî xiristiyanên cîhanê, gelê Şehbayê û Sûriyê re weşand.

Peyama pîrozbahiyê ya sala nû wiha ye:

"Em wek Meclisa Kantona Şehbayê destpêkê sala nû li tevahî xiristiyanên cîhanê û tevahiya gelê Sûriyê û pîroz dikin. Hêvî û xwesteka me ew e ku aramî û aştî pêk were, em bigihîjin dawiya trajediya ku gel û Sûriye ji vê krîzê xilas bibe.

Piştî 8 salên şer û wêrankirinê, hêviya me ew e ku sala nû bibe sala çareseriya siyasî û bidawîbûna êşên gelên Sûriyê. Xaka Bakurê Sûriyê ya dagirkirî li xwediyên xwe vegere.

Her wiha bi vê boneyê, em Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ku li dijî terorê nirxên mirovahiyê diparêzin, pîroz dikin.

Em sala nû li malbatên şehîdan û dayikên lehengan ku zarokên xwe ji mirovahiyê re feda kirine, pîroz dikin.

Bijî Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî.

Serfirazî û nemirî ji şehîdên me re.

Saxiya lezgîn ji birîndarên me re û azadî ji girtîyên zindanan re."

ANHA