Piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê, rejîmê Idlib bombebaran kir

Aliyê Rûsyayê yê di komîteya agirbesta di navbera Tirkiye û Rusyayê de hate avakirin, diyar kir ku di 24 saetên dawîn de li “herêma bêçek” 48 binpêkirinên sîstema rawestandina leşkerî çavdêrî kirin. Piştî hevpeymanê cara yekemîn e ku balafirên rejîmê parêzgeha Idlibê bomberan dikin.

Piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê, rejîmê Idlib bombebaran kir
31 kanûn, 2018   11:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku aliyê Rûs ê di komîteya agirbesta Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê de, di 24 seatên dawîn de 48 binpêkirinên sîstema rawestandina çalakiyên leşkerî çavdêrî kirin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku şevên yekşem û duşemê gelek teqîn ji aliyê rojava li gundewarên Idlibê pêk hatin. Balafirên rejîmê yên şer herêmên Merend û El-Ziyêniyê ên bajarê Cisir El-Şixûr ên rojavayê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin.

Navendê xuya kir ku navendên berê yên çeteyên li herêmê hatine bombebarankirin. Her wiha ji 17’ê Îlonê (roja destpêka hevpeymana herêma bêçek) ve, cara yekemîn e ku  balafirên rejîmê parêzgeha Idlibê bombebaran dikin.

(jo)