‘Armanca  gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina yekitiya gelan e‘

Serokê Buroya Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxa  Efrînê Mihemed Reşîd teqez kir ku armanca  gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina yekitiya gelan û projeya demokratîk a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

‘Armanca  gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina yekitiya gelan e‘
31 kanûn, 2018   10:39

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Geşedanên dawî yên ku li Sûriye û bi taybet jî li Bakurê Sûriyê rû didin, wek lûtkeya aloziyan ku herêm tê re derdas dibe tê hesibandin. Bi derbasbûna hêzên derve, ku bi armanca diyarkirina çaranûsa gelên herêmê û mudaxeleya gelek aliyan bû sedema bilindbûna asta dijwarbûna aloziya Sûriyê.

‘Mudaxeleyên Tirkiyê nakevin xizmeta gelên Sûriyê’

Girêdayî mijarê Serokê Buroya Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Efrînê Mihemed Reşîd di hevpeyvînek li gel ajansa me de qala hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker nimûneya demokratîk a Bakurê Sûriyê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî pêkhateyên herêmê siyaseta cudakariyê pêk tîne û mudaxeleyên wê li herêmê nagihijîn asta çareseriyan. Mudaxeleyên Tirkiyê ne di xizmeta pêkhateyên herêmê de ne.”

‘Armanc tevlîheviyên siyasî û leşkerî ye’

Mihemed teqez kir ku gefên êrîşkirina Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Minbicê yek ji şêwazên destwerdanên hovane yên Tirkiyê ne wiha pêde çû: “Armanc tevlîheviyek siyasî û leşkerî ye. Bi dagirkirina Efrînê û hemû bûyerên ku li herêmên dagir kirine mîna Bab, Cerablus û Ezazê armancên Tirkiyê diyar bûn.”

Têkildarî armancên gefên Tirkiyê Mihemed wiha got: "Armanc zelal e, ew jî hilweşandina tecrubeya siyasî ya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Pêkhateyan herêmê gihaştin lihevkirinên baş û cidî di rêvebirina herêmên xwe de. Ev rêbaz dijî hişmendiya yek yeki ye û heta niha tu pêkhateyî xwe li ser gelên din ferz nekiriye. Ji lew re em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide li herêmê tevlîheviyan derxe, ewlehî û aramiya wê têkbibe.”

‘Tevna Sûriyê dewstwerdanên derbe qebûl nake’

Reşîd derbasbûna hêzên rejîma Sûriyê ji Minbicê re nirxand û daxuyand, ev erka wan e ku axa Sûriyê ji Tirkiyê biparêzin.

Serokê Buroya Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Efrînê Mihemed Reşîd di dawiya axftina xwe de diyar kir ku tevna Sûriyê destwerdanên derve qebûl nake û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hemû mafên ku dikevin xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê hatin nîqaşkirin da ku Sûriyê bigihînin ewlehiyê, ji bo bêyî ajandeyên derve û hîmên dewleta Sûriyê bidin rûniştandin.”

ANHA