Rûspiyên eşîran: Em hêvî dikin di sala nû de hemû gelê Sûriyê vegere welêt

Rûspiyên Ereb û Kurd ên li bajarê Reqayê sersal li gelên cîhanê û mesîhiyên li Reqayê pîroz kir û hêvî kir ku sala bê sala xêr û aştiyê li hemû gelê Sûriyê be.

Rûspiyên eşîran: Em hêvî dikin di sala nû de hemû gelê Sûriyê vegere welêt
31 kanûn, 2018   11:25

EMAR EL-XELEF / REQA

Bi rasthatina sersalê re, ajansa me nêrînên gelek rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Reqayê girtin. Rûspiyan hêvî kir ku sala nû bibe sala xêr û aştiyê ji bo hemû Sûriyê û gelê Sûriyê vegere ser axa welêt.

Yek ji rûspiyên eşîra El-Neyîm Nûrî Îbrahîm El-Nûrî ji bo sala nû wiha got: "Em gelê xwe yê mesîhî û hemû gelê Sûriyê pîroz dikin, em hêvî dikin ku bibe sala xêr û aştiyê ji bo Sûriyê."

Şêxê eşîra Kêtikan a Kurd Xelîl Îsmayîl jî ji bo sala nû axivî û wiha pê de çû: "Bi rasthatina sersalê em gelê mesîhî pîroz dikin û teqez dikin ku em li bajarê Reqayê û Bakurê Sûriyê jiyaneke hevpar didomînin û tu ferq di navbera misilman, mesîhî û Kurdan de tune ye, em hemû gelên Sûriyê ne û cejna me yek e."

Her wiha şêxê eşîra El-Cibat Telal Hîlal El-Sewab jî gelê mesîhî li Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Em gelê bajarê Reqayê bi birayên xwe yên mesîhî re vê cejnê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala bê bibe sala aştiyê li Sûriyê." Hîlal El-Sewab bang li mesîhî û hemû gelê Sûriyê yê derketine derveyî welat kir ku vegerin warê xwe bajarê Reqayê ku bi saya lehengiya QSD`ê hate rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek şêniyên pêkhateya mesîhî ji ber hovîtiya çeteyan neçar man ji Reqayê derkevin. Piştî rizgarkirina bajêr hinek ji wan vegeriyan. Her wiha çeteyan hemû dêrên li Reqayê rûxandin.

(jo)

ANHA