Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyek bi dawî kir

Akademiya Şehîd Fatma Xabûr a perwerdeya leşkerî û fikrî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyek bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyek bi dawî kir
31 kanûn, 2018   10:21

DÊRAZOR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê, dewreyeke perwerdeya leşkerî û bîrdozî bi dawî kir. Dewreyê 15 rojan berdewam kir. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser rola akademiyê û amadekirina endaman ku bi erkên xwe rabin û wiha hate gotin: “Şehîdan ji bo avakirina jiyaneke ewle canê xwe feda kir. Îro QSD li ser şopa wan dimeşe.”

Piştre jî endaman soza berpirsyariya ku bikeve ser milê wan ji bo parastina xak, ewlehî, aramî û parastina hevgirtina jiyana hevbeş a li herêmê, da. Endaman soz da ku herêmê ji hemû êrîşan biparêzin, jiyaneke hevbeş, aram û aştiyane ava bikin.

ANHA