Li Tirkiyê rûspî, li Sûriyê diz e!

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya fen û fûtan êrîş û hebûna xwe li ser xaka Sûriyê rewa bike. Hindek kes derdikevin, li ser navê rûspiyên êlan daxuyaniyan didin ku ew ne nûnerên êlên Sûriyê ne. Rastiya Ekrem El-Seyad jî vê yekê piştrast dike.

Li Tirkiyê rûspî, li Sûriyê diz e!
Li Tirkiyê rûspî, li Sûriyê diz e!
31 kanûn, 2018   09:48

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan civînek li dar xist û îdia kir ku rûspiyên hemû êlên Sûriyê tev li civînê bûne. Çapemeniya Tirkiyê ragihand ku Meclisa Giştî ya Êlên Sûriyê hate avakirin. Di vê çarçoveyê de çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku îdiayên Tirkiyê derew in.

Ekrem El-Seyad ê ku navê Abdulkerîm El-Fehil li xwe kiriye, îdia kir ku ew wek nûnerê êla El-Xenayim a bajarê Minbicê tev li civînê bûye. Lê yek ji xizmên wî ji êla El-Xenayim ji ajansa me re teqez kir ku ew nûnertiya êla El-Xenayim nake û di nava şêniyên Minbicê de bi fêlbaziyê tê nasîn.

Navê wî jî derew e

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe diyar bike, teqez kir ku Abdulkerîm El-Fehil navekî derew e,  navê wî yê rast Ekrem El-Seyad e û ew ji gundê Til Ereş ê navçeya Ebû Qelqel a gundewarên bajarê Minbicê ye.

Der barê guhertina navê Ekrem de çavkanî got ew zilamekî ku bi nebaşbûna xwe û bi navê ‘Lêvbaz’ (fêlbaz) tê naskirin. Ji ber ku wî pereyên gelek kesan dizîne û reviyaye Tirkiyê.

Çavkanî got ew nûnertiya xwe tenê dike, wî ji beriya 6 salan dev ji hevjîna xwe berdaye û ji ber ku pereyên xelkê dizîne, reviyaye.

Li gorî çavkanî Ekrem El-Seyad reviyaya Tirkiyê da ku xwe ji ber çavên xelkên ku pereyên wan dizîne dûr bixe û wiha got: "Ekrem El-Seyad zêdetirî 10 milyon lîreyên Sûriyê dizîne."

Çavkanî der barê çîrokên fen û fûtên Ekrem El-Seyad de ji me re axivî û wiha anî ziman: "Carekê ji caran Ekrem El-Seyad 2 pakêtên rîçalê kirîn. Dema wan derbas bûbû. Ji ber wê kurê wî jehrî bû. Ji ber wê çû gel xwediyê dikanê û 25 hezar lîreyên Sûriyê ji wî standin. Di wê demê de jî ew pere bi qîmet bûn. Paşê Ekrem El-Seyad îdia kir ku hevjîna wî jî ji ber rîçala deborî nexweş ketiye û 25 hezarên din jî ji xwediyê dikanê standin lê di rastiyê de hevjîna wî ne ji ber rîçalê nexweş ketibû."

Çavkanî der barê dek û dolabên Ekrem El-Seyad de wiah pê de çû: "Rojekê Ekrem El-Seyad çû bajarokê El-Erîme. Li wê derê êla El-Keyar dijî. Heta ku ji wî hat xwest ku ji navê ‘Lêvbaz’ ku pê tê naskirin neyê xuyakirin. Çû dikanekê û ku tûpên gazê bikire. Lê got ku wî ji bîr kiriye ku pereyan bi xwe re bîne. Ji xwediyê dikanên re got ew ê vegere da ku pereyan bide xwediyê dikanê lê xwdiyê dikanê garantiya buhayê wê xwest."

Çavkanî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo wê jî Ekrem El-Seyad ebeya xwe kir garantiya pereyan, li gel êlan jî heger mêrek ebeya xwe bide, tê wateya ku ew rast dibêje, bi vê yekê jî baweriya xwediyê dikanê bi wî hat lê li hêviya vegera wî westiya.

Di dawiyê de çavkanî destnîşan kir ku îro jî Ekrem El-Seyad îdia dike ku ew Abdulkerîm El-Fehil e, li beramberî çend qurûş, erebe û çekekê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê kar dike, di xewna rûspiyên êlê de dijî û heta niha jî bi navê ‘Lêvbaz’ tê naskirin.

Di kesayeta Ekrem El-Seyad de diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker kesên mîna wî ku li beramberî pereyan, li dijî gelê Sûriyê kar bikin, bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya wan kesan hewl dide raya giştî ya cîhanê kiryarên xwe binixumîne, dibêjin ku ew rûspiyên êlên Sûriyê ne. Tevî ku ew kes di nava civakê de nayên qebûlkirin û rastiya wan li gel êlên herêmê diyar e.

(bx)

ANHA