'Çareserî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan e’

Siyasetmedarên jin ên bajarê Reqayê gotin, Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derbasî dewletên cîran bike û hewl dide dewleta Osmanî vegerîne.

'Çareserî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan e’
31 kanûn, 2018   09:46

RUBA EL-ELÎ / REQA

Girêdayî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetmedarên jin ên bajarê Reqayê gotin, dewleta Tirk piştgiriyê dide terorê û hembêzkera wê ya sereke ye.

‘Armanca me avakirina Sûriyeyek demokratîk e’

Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Celaa Hemzawî destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hemû gelên Sûriyê vedihewîne û her tim dixwaze bêyî mudaxeleyên derve çareseriyên siyasî bibîne. Celaa diyar kir ku armancên gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Minbicê ew e ku fitneyan di navbera gelên herêmê de derxe û wiha axivî: “Erdogan dixwaze bi daxuyaniyên xwe vîna gelê berxwedêr bişikîne.”

Celaa wiha domand: "Artêşa Sûriyê bi armanca parastina Minbicê derbasî sînorên bajêr bûye, ji ber ku Minbic bajarekî Sûriyê ye. Em parçebûna Sûriyê û mudaxeleyên derve naxwazin, armanca me ew e ku yekitiya xaka Sûriyê di nav Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî de be."

‘Dewleta Tirk terorê hemêz dike’

Endama Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûad Xilo jî destnîşan kir ku gefên Tirkiyê yên li dijî gelên Sûriyê ne nû ne û gotinên xwe wiha domand: “Ev çend salin berdewamin. Tirkiye, bi hinceta parastina sînorên xwe gefên êrîşan li herêmê dixwe. Lê kirinên Tirkiyê berovajî gotinên wî ne. Tirkiye dewletek serekeye ku terorê hemêz dike.”

Sûad, di berdewamiya gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Divê em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û dewleta Sûriyê mecbûr e ku sînorên xwe biparêze. Ji ber ku em beşek ji Sûriyê ne. Hêviya me ew e ku çareseriya aloziya Sûriyê bibînin û Sûriyê ji nû ve vejînin."

‘Mudaxeleya hêzên derve ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê ne’

Sûad zelal kir ku ew li ser bingeha druşmên xwe ya ne, ji bo navendîbûna Sûriyê dixebitin da ku bigihîjin danûstandineke neteweyî û wiha pêde çû: “Em dixwazin ji tevahiya gelê Sûriyê re, bi taybet hêza çalak di hundirê Sûriyê de û bêyî mudaxeleya derve çareseriyeke Sûrî-Sûrî bibînin. Mudaxeleyên derve hertim ji bo berjewenidiyên hêzên derve tên kirin. Dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gel pêk bînin.”

Sûad gotinên xwe wiha domand: "Armanca gefên Tirkiyê ne parastina sînorên xwe ye, ew dixwaze aloziya xwe ya hundirîn û aborî derbasî herêmê bike. Bi vê re jî xewna vegerandina serfiraziya Osmanî pêk bîne.”

 Endama Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûad Xilo gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi hêviya sala nû ji hemû gelên Sûriyê re bibe sala aştiyê, tevahiya gelê Sûriyê di bin sîwana welat de kom bibin û çareseriyên guncaw li gorî berjewendiyên gel bibînin.”

(şx)

ANHA