Karayilan: Hevnegirtina Kurdan kêmasiya herî mezin e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ji bo Kurdan a herî pêwîst, platforma têkoşîn û hevgirtinê ye û got, "Hevnegirtina Kurdan kêmasiya herî mezin e. Eger ev bi ser neyê xistin, hingî wê bi kêrî armanca mêtingeran bê."

Karayilan: Hevnegirtina Kurdan kêmasiya herî mezin e
31 kanûn, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, li ser pêwîstiya platformek netewî, rewşa gelê Kurd di sala 2018’an û tiştên di sala 2019’an de ji gelê Kurd tê xwestin ji ANF'ê re nirxand.

Karayilan diyar kir, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê sala 2018'an li dijî êrîşên dewleta Tirk ên qirker, bi xurtî li ber xwe da û got, "Eger ji xelekên berxwedana hemûyan ên sala 2018'an dersên pêwîst û encamên rast bê derxistin, wê paşeroj li ser hîmên hîn xurt û qewîn bê avakirin."

‘Şer wê girantir bibe’

Karayilan got, ew di vê çarçoveyê de dest bi sala 2019'an dikin û wiha dewam kir: "Gelekî pêkane ku sala 2019'an bibe saleke ku li Kurdistanê berxwedan û şerekî mezin bê kirin. Ne tenê li Kurdistanê, li herêma Rojhilata Navîn dema ku mirov li bûyerên diqewimin dinirxînin, tê dîtin ku şerê sala nû wê li gorî yê sala bihurî girantir be. Ji ber vê yekê, mirov dikarin bêjin ku sala 2019'an hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo herêma me Rojhilata Navîn wê bibe saleke ku şer lê giran bibe û berxwedaneke xurt bê kirin."

‘Nebûna yekîtiya Kurdan kêmasiya herî mezin e’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de ragihand, dewleta Tirk a qirker-mêtinger û hêzên mêtinger ên pê re, hewl didin ku Kurd nebin xwedî statu û ev tespît kir:

"Mîna Peymana Lozanê, Kurdan li derve dihêlin û ji nedîtî ve tên. Hêzên mêtinger hemû, li gel nakokiyên xwe jî bi vê armancê dikarin li hev bicivin. Lê belê siyaseta Kurd li pêşberî vê rastiyê nikare li hev bicive, nikare stratejiyeke hevpar a têkoşînê deyne. Ev yek kêmasiya herî mezin e. Mêtingeriya li dijî me bi hêvî ye ku li Kurdistanê hevkar û nokeran ji xwe re çêbike û bi vî rengî bi ser bikeve. Siyaseta dewleta Tirk a qirker-mêtinger a li Efrînê kir, siyaseta dewleta Tirk bi temamî radixe pêş çavan. Dewleta Tirk demeke dirêj e lîderên rêxistina ENKS'ê ya ji Rojava kişandiye ber bi aliyê xwe ve û li Stenbolê wan xwedî dike. Bi dewleta Tirk a faşîst re tevdigerin ku ev dewlet dijminê sondxwarî yê Kurdan e. Ketin nava rewşeke nebaş ku li dinyayê kêm caran tê dîtin. Piştgirî dan dewleta Tirk ji bo Efrînê dagir bike û ji wan hebû ku dewleta Tirk piştî Efrîn bi dest xist wê wan bike desthilatdar, ya jî bike hevparê desthilatdariyê. Lê belê, tevî ku ewqasî nokerî kirin û bi rengekî rezîlî li ber dewleta Tirk geriyan jî, dewleta Tirk bi qasî serê derziyê cihek neda wan. Ew bi kar anî û ji bo siyaseta Tirkkirinê xwest bike amûrekê. Ji bo polîtîkaya xwe ya bê Kurd hiştina Efrînê binixumîne, ji bo siyaseta xwe ya paqijiya etnîkî veşêre, ev rêxistina ku qaşo Kurd e, bi kar anî. Lê di dawiyê de jî tiştek neda wan."

 ‘Hevkariya bi dijmin re bi kêrî kesî nayê’

Karayilan anî ziman, ev pêkanîn karakterê rastî yê dewleta Tirk radixin pêş çavan û got, "Dewleta Tirk dixwaze heman tiştî li tevahiya Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê, israra PDK'ê ya di xeta hevkariyê de ji bo wê bi xwe sekneke metirsîdar e ku tê wateya întixarê. Hêza mêtinger a li dijî me, êdî hevkariyê jî qebûl nake. Rastiyeke wiha jî heye. Girîng e ev yek bê dîtin. Qîma xwe bi vê jî nîne û niha YNK jî xistiye xefika xwe. Biryara YNK'ê ya li dijî Tevgera Azadî, biryara YNK'ê bi xwe Nîne. Biryareke ku ji derve lê hatiye ferzkirin û bi destê wan bi cih hatiye anîn. Niha divê hêzên Kurdistanî hemû, bi taybetî hêzên Başûrê Kurdistanê, di serî de PDK û YNK li ser bifikirin. Eger bi rastî jî li ser vê xeta hevkariyê siyasetê bikin, gelo wê çi bi dest bixin? Dijminekî welê li hemberî me heye, ku êdî qîma xwe bi hevkariyê re jî nîne. Hevkariya bi dijminekî weha re, bi kêrî kesî nayê."

 ‘Platforma tekoşînê ya neteweyî’

Karayilan wiha bi mijarê daket: "Yekane rêya li dijî vê yekê jî ew e, ku em di xeta demokratîk neteweyî de hevkariyê bikin û platformeke hevpar ava bikin. Navê kongreyê ya jî navekî din dikare li vê bê kirin. Ji bo gelê Kurd a herî girîng, pêwîst û mecbûrî, avakirina platformeke têkoşînê û piştevaniyê ya hevpar e. Eger em di vê pêvajoya dîrokî de nikaribin vê piştevaniya hevpar a neteweyî pêk bînin, hingî wê xizmet ji mêtingeran re hatibe kirin ku dixwazin di karê jinûve dîzaynkirina herêmê de Kurdan li derve bihêlin. Ev jî wê gelekî metirsîdar be. Ji ber vê yekê divê her kes rastiyan baş bibîne, bi aqilane tevbigere û bersiveke rast bide bangên yekîtiya neteweyî yên tevgera me."

 ‘Em bi atmosfera berxwedana civakî dest bi sala 2019’an dikin’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi berxwedana civakî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bi bîr xist, li diyarê berxwedanê li Zindana Amedê berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven bû destpêka vê berxwedana civakî.

Karayilan diyar kir, grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê li zindanan, li nava welêt û derveyî welat zêde dibin û got, "Ev yek pêngaveke gelekî watedar a civakî ye. Ya rast, sala 2019'an bi van çalakiyan dest pê kiriye. Ji ber ku em bi atmosfera berxwedana civakî dest bi sala 2019'an dikin. Berpiryariya milîtanên Apoyî hemûyan e ku her kes ji aliyê xwe ve bersivê bide vê sekna berxwedêr a bi rûmet û çalakiya civakî. Bersivdan jî bi tevlîbûneke rast û kûrbûneke şareza dibe. Bi têgihiştin û bicihanîna Projeya Jinûve Avabûnê dibe. Ji leşkeriyê heta rêxistinbûn, siyaset û dîplomasiyê, girîng e li her qadên têkoşînê bi rêbazeke şareza, hosta û profesyonel têkoîn bê kirin û encam bê girtin. Bi kûrbûn û hewldaneke wiha re wê bersiv ji berxwedana mezin a Îmraliyê ya Rêber Apo, bersiv ji destana berxwedanê ya şehîdên me yên leheng, bersiv ji sekna bi rûmet a gelê me re were dayin û bi ser bixin."